Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê ji holê rakin

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Em ê tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin.''


Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bal kişande ser êrîşa dewleta Tirk a li ser derdorên muxalîf, şoreşger, demokrat û got, ''Polîtîkayên destgîrkirinê, revandinê û bêqedr û qîmetkirinê didomînin. Desthilata AKP-MHP'ê çi kesê ku weke wan nafirikirin digirin. Di şexsê gelê Kurd de êrîşê tînin ser hemû nirxan û civakê dikin yek reng.''

Meclîsa Ciwanan diyar kir ciwanên ku dev ji têkoşîna heq bernadin dibin hedefa polîtîkayên revandin, sîxurkirin, windakirinê ên dewletê û desthilata Tirk ji ciwanên ku ''ne maqûl in'' tolê dihilîne. Bi berdewamî hate diyarkirin ''hedefa pêşî ya faşîzma AKP-MHP'ê ku dixwaze hemû qadan kontrol bike ciwan in. Çi ciwanê ku jiyana tecrîdkirî qebûl nake hiqûqa dijminatiyê li ser tê danîn.''

Meclîsa Ciwanan bal kişande ser operasyona qirkirina siyasî ku duh endamên MP'ê û LRN'yê yên HDP'ê jî hatibûn destgîrkirin û got, ''Terorîzekirinê ji xwe re weke mertalê bi kar tînin.''

Herî dawî hate diyarkirin destgîrkirin, amûrên zor û zextê wê ciwanan ji têkoşînê bi paş ve nexin, ew jiyana bi mirovî ji bo hemû beşên civakê dixwazin û hate gotin, ''Em careke dî diyar dikin ku em ê jiyana azad ava bikin. Em ê tecrîdê tine bikin, faşîzmê hilweşînin!''