Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, kuştina jinên siyasetmedar a li Hesekê şermezar kir û got, ''Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, di civîna koma HDP'ê de axivî. Buldan, kuştina jinên siyasetmedar Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar ên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin şermezar kir û got,"Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e."
Buldan bi berdewamî bal kişande ser gefên derheqê girtina partiya wan HDP'ê û got,''Me guh neda gefên wan, em ê nedin jî, li ber xwe binerin, rêxistinî û têkoşîna xwe geştir bikin, zêde bibin. Ên ku vîna 6 milyonan tine dihesibînin, em ê bibin 12 milyon û derkevin pêşberî wan.''
Buldan biryara DMME'yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist, got ev biryar tenê bi Demîrtaş re ne sînordar e, hemû siyasetmedarên rehîn vedihewîne, balê dikişîne ser dorpêça giran a li ser siyaseta demokratîk. Buldan her wiha got,''Helwesta ''ti hikmê biryara DMME'yê ji bo me nîne'' ya desthilatê dipejirîne ku ev doz siyasî ye.''
Buldan bi berdewamî bal kişande ser girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û doza Kobanê û got, ''Weke ku DMME'yê jî tespît kirî, ev dozeke siyasî ye û kemîneke li ber siyaseta demokratîk e. Ên ku ji hêla siyasî ve hatine girtin, bi qasî serê derziyê feydeya wan li vî welatî nîne, siyaseta demokratîk bi giyanê darbekar ê 15'ê Tîrmehê plana tasfiyekirinê dikin.''
Buldan li ser hewldana krîmînalîzekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Partiya me li hemû platforman aşkere kiriye ku Rêzdar Ocalan weke adrês, îrade û derfeta çareseriyê dibîne. Ti caran ji vê nêzîkatiyê nehatiye xwarê. Di navbeyna salên 2013-2015'an de vê desthilatê ji bo çareseriyê li Imraliyê bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin nekir? Kir. 2015'an li Dolmabahçeyê weke qonaxeke van hevdîtinan, şandeya me û ya dewlet û hikûmetê bi hev re mitebeqat ranegihand? Ragihand. Li gel van hmeû tiştan jî bi parvekirina dîmenên li avahiya me, di ser medyaya civakî re û pê re hewldana ku partiya me di ser Rêzdar Ocalan re terorîze bikin, em bang li wan dikin; Ji vir ti nan ji we re dernayê.''
Derheqê grêva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ku ji 27'ê Mijdarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, Buldan got, ''Pêşî, em navê wê fesîh bikin; ya heyî ne tecrîd e, ji tecrîdê wêdetir e. Tecrîda girankirî û mitleq e û weke ku CPT'yê jî diyar kirî ev sûcê mirovahiyê ye, êşkenceya giran e. Ev sûcê mirovahiyê li her deverê berbelav bûye. Lê radiwestin ku vê rewşê normal nîşan bidin, bi civakê bidin qebûlkirin lê em ê destûra vê nedin.''
Buldan bi domdarî got,''Em desthilata berdest ku qulibiye ser desthilata girtîgeh û kelepçeyê, hişyar dikin; îhtîmale ku grêva birçîbûnê veguhere ser çalakiya bêdem û bê dorveger, di şertên hêla koronayê de dibe ku rê li encamên giran veke. Ji ber vê banga me ew e ku zûzûka deng û daxwazên girtiyan were bihistîn. Em dîsa dibêjin; daxwazên wan daxwazên me ne.''