YE’yê ketina Bulgaristanê ya ji bo Herêma Euroyê pejirand

Wezîrên Darayî yên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi fermî ji 1’ê Çileya 2026’an pê ve ketina Bulgaristanê ya ji bo Herêma Euroyê pejirand. Bi vî awayî Bulgaristan wê bibe welatê 21’emîn ku tevlî herêma euroyê dibe û wê dev ji pereyê xwe yê neteweyî ‘lev’ berde.

Serokwezîrê Bulgaristanê Rossen Jeliazkov biryarê wekî "gaveke dîrokî" bi nav kir û anî ziman ku yekparebûna aborî ya bi Ewropayê re wê kûrtir bibe.

Cîgirê Serokê Komîsyona YE’yê Valdis Dombrovskis jî diyar kir ku ev ne tenê danûstandineke pereyan e, lê ji bo gelê Bulgaristanê avakirina pêşerojeke geştir e.

LI DIJÎ BIRYARÊ ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN

Lê ketina herêma euroyê mijareke nîqaşê ye. Di hefteyên dawî de bi hezaran kes li Sofyayê derketine kolanan û hin çalakvan li ber Banka Navendî kon vedan. Fikara sereke ew e ku wê bihayê euroyê bilind bibe. Anketên dawî nîşan didin ku nêzîkî nîvê nifûsê li dijî euroyê ye. Hin çavdêr van çalakvanan weke di bin bandora Rûsyayê de ne nîşan didin.

Bulgaristan di sala 2007’an de tevlî YE’yê bû, bi salan e armanc dike ku tevlî herêma euroyê bibe, lê enflasyona bilind û krîzên siyasî ev pêvajo dereng xist. Komîsyona Ewropî û Banka Navendî ya Ewropayê di meha Hezîranê de ragihandin ku Bulgaristan hemû pîvanên pêwîst bicîh tîne.

Herma Euro di sala 1999’an de dest pê kir, di sala 2002’an de bi awayekî fizîkî kete meriyetê. Herî dawî Xirvatistan di sala 2023’yan de tevlî Herêma Euroyê bibû. Her çiqasî hemû welatên YE’yê destnîşan kirin ku dema şertên pêwîst bicîh bînin wê euro qebûl bikin jî, tenê Danîmarka di sala 2000’an de derveyî vê yekê ma.