Qatar: Ji bo agirbesta Îsraîl û Hamasê 'pêdivî bi demê heye'
Qatarê daxuyand ku danûstandinên li Dahoyê yên ji bo bidawîkirina şerê 21 mehan ê li Xezeyê tê meşandin hêj negihiştiye asta agirbestê, lê pêvajo didome.
Qatarê daxuyand ku danûstandinên li Dahoyê yên ji bo bidawîkirina şerê 21 mehan ê li Xezeyê tê meşandin hêj negihiştiye asta agirbestê, lê pêvajo didome.
Berdevkê Wezareta Derve yê Qatarê Mecîd el-Ensarî di daxuyaniya ku roja Sêşemê da de got, "Ez nikarim di vê qonaxê de dîrokek diyarkirî bidim, lê ez dikarim bibêjim ku ev pêvajo wê hinekî dem bigire."
Qatarê ragihand ku wan bi nûnerên Îsraîl û Hamasê re cuda cuda hevdîtin kirine û diyar kir ku armanca sereke avakirina çarçoveya danûstandinan e. El-Ensarî wiha domand: "Her du alî jî li Dohayê ne. Em hewl didin ku bi hevdîtinên cuda çarçoveya danûstandinan ava bikin."
Bi navbeynkariya Qatar, Misir û DYE’yê di Mijdara 2023 û destpêka 2025’an de agirbesta demkî hatibû ragihandin û pevguhertina dîlan pêk hatibû kirin. Lê ji ber di Adara 2025’an de lihevkirinek nû nehat kirin, Îsraîlê dîsa dest bi êrîşan kir.
Serokê DYE’yê Donald Trump roja Duşemê li Qesra Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu kir.
Trump di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de got, "Her tişt pir baş diçe" û anî ziman ku Hamas agirbest dixwaze û nêzî lihevkirinê ne. Hat ragihandin ku nûnerê taybet ê DYE’yê Steve Witkoff wê vê hefteyê biçe Dohayê.
Li gorî çavkaniyên Filistînî danûstandin li ser planeke ku ji aliyê DYE’yê ve hatiye pêşniyarkirin didomin. Li gorî vê planê, Hamas wê weke dema agirbesta 60 rojî de 10 dîlan serbest berde û cenazeyên dîlên mirî jî wê werin radestkirin. Tê plankirin ku girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de wê werin berdan.
Her çiqas encamên danûstandinan hîn ne diyar in jî, navbeynkar ji bo afirandina bingeha lihevkirinê têkiliyên xwe didomînin.