'Bêyî têkoşîna civakî tecrîd ji holê ranabe'

Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Hevserokê TUHAY-DER ê Marmarayê Husnu Taş bal kişandin ser berxwedana li zindanan û diyar kirin ku tecrîd bi têkoşîna civakî û xwedîderketina li berxwedanê dikare ji holê bê rakirin.

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 60'î de ye.

Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê ji 27'ê Mijdara 2020'î ve bi 5 rojan carekê bi dorvegerî di greva birçîbûnê de ye.

Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û Hevserokê TUHAY-DER a Marmarayê Husnu Taş ji ANF'ê re qala berxwedana li zindanan kirin.

Yolerî diyar kir ku berxwedan tenê bi têkoşîna civakî dikare bi ser bikeve û Taş jî ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê bang li malbatan û civakê kir.

YOLERÎ: LI ÎMRALIYÊ SÎSTEMEKE TAYBET A LI DIJÎ ŞEXS HEYE

Gulseren Yolerî got, "Du tiştên bingehîn hene ku divê bên zanîn. Ya destpêkê, tecrîd êşkence ye; êşkenceya ji bo parçekirina kesayetiya girtî ye, jiholêrakirina civakîbûnê ye, hewldana ji bo tunekirina piştevaniyê ye. Ya duyemîn; bi rengekî giran li Îmraliyê û tevahiya girtîgehan bi rêk û pêk tê bicihanîn."

Yolerî anî ziman, li Îmraliyê sîstemeke taybet a bi armancên siyasî li dijî şexs hatiye amadekirin û got, "Pêwendiya tecrîda li Îmraliyê bi nêzîkatiya desthilatdariyê ya li aştiyê heye. Pêkanînên ku gefê li tevahiya girtiyan dixwe hene, lê belê gelek guhertin jî hene ku pîvana wekheviyê binpê dike. Greva birçîbûnê ya bi dorvegerî tê lidarxistin, hişyariyek li dijî van pirsgirêkan e."

'TÊKOŞÎNA CIVAKÎ WÊ DIYARKER BE'

Yolerî destnîşan kir ku mîna her kesên ji nêz ve dişopînin, encamên giran ên grevên birçîbûnê wan jî dixe nava fikaran û wiha dewam kir, "Pêwîste greva birçîbûnê weke çalakiyeke karibe tecrîdê ji holê rake neyê dîtin. Ji ber ku tecrîd bi rêk û pêk û bi armancên siyasî tê ferzkirin. Ev armancên siyasî jî tenê bi têkoşîna civakî dikarin bên guhertin. Wezîfeya li pêşiya hêzên demokrasiyê û civakê ew e ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan, têkoşîneke demdirêj û bi plan bimeşînin. Ev têkoşîn ne bi tena serê xwe, bi karên ji bo aştiyê û destûra bingehîn a demokratîk dikare watedar bibe."

TAŞ: HIKUMET DI ŞER DE ISRAR DIKE

Hevserokê Marmara TUHAY-DER'ê Husnu Taş jî bi bîr xist ku berxwedan li 108 girtîgehan belav bûye û got, "Em dibînin ku hikumet ji bo bersivê bide daxwazên girtiyan gaveke bi tenê jî neavêtiye. Tecrîd dewam dike. Serlêdana parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê nayê qebûlkirin. Hikumet di tecrîdê de israr dike. Ev yek israra di şer de ye."

Taş destnîşan kir ku tecrîd êdî bûye sîstema êşkenceyê û wiha dewam kir:

"Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan li ser tevahiya Tirkiyeyê dewam dike, binpêkirina mafên mirovan dewam dike. Israra di tecrîdê de tiştekî bê fêhmkirin nîne. Salvegera anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê nêz dibe û heman komplo dewam dike."

'REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ GELEKÎ CIDÎ YE'

Taş bal kişand ser êrişên li dijî girtiyên di berxwedanê de ne û ragihand ku li girtîgehên Sîlîvrî û Kandirayê bêmaske, bêlepik û bi rengekî tehrîkkirinê serdegirtin tên kirin, alavên girtiyan tên desteserkirin.

Taş diyar kir ku zext û êrişên li dijî girtiyên nexweş zêde bûne û got, "Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Yên dibin jî tenê heba êşê didin û vedigerînin."

'DIVÊ MALBAT Û RAYA GIŞTÎ HELWESTEKE XURTIR NÎŞAN BIDIN'

Taş bang li malbatên girtiyan û raya giştî kir: "Malbat bi fikar in. Divê helwest û nerazîbûneke xurtir nîşan bidin. Naxwe wê grevên birçîbûnê bigihêje asteke cuda. Ji bo grevên birçîbûnê mîna berê bi mirinê bi encam nebe, divê guh bidin girtîgehan. Ji bo grevên birçîbûnê veneguhere bêdem û bêdorveger divê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tavilê bikevin nava hewldanan. Pêwîste daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Eger neyên qebûlkirin û mirov jiyana xwe ji dest bidin, berpirsyarê vê yekê wê dewlet û hikumet be."