Baroya Amedê û ÎHD'ê bi siyasetmedarên girtî re hev dîtin

Şandeyeke Baroya Amedê û Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê bi gelek siyasetmedarên rehîn re hev dîtin. Piştî hevdîtinê hate xwestin ku siyasetmedar werin berdan.

Li gorî daxuyaniya ku du saziyan adyî Serokê Baroya Amedê, Serokê Şûbeya ÎHD'ê ya AMEDÊ û rêveber di navbeyna 21-23'yê Çile de serdana siyasetmedarên rehîn Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Bekîr Kaya, Selçûk Kozagaçli, Osman Kavala, Ahmet Altan, Selahattîn Demîrtaş û Abdullah  Zeydan kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi rengekî kêfî dest li ser belgeyên ku dadgehan ji siyasetmedaran re şandine, nîşeyên wan ên niviskî danîne, mafê ku bersivê bidin îdîayên derheqê wan ji siyasetmedarên jin hatiye standin, mafê wan ê darizandina dadî hatiye binpêkirin.

Di daxuyaniyê de ya li ser navê du saziyan hate gotin, di hevdîtinan de cot standartiya daraza Tirk a kêfî ya li ser Kurdan û muxalîfan a li dijî rêziknameyên netewî û navnetewî hatiye gotûbêjkirin, gelek caran hatiye destnîşakirin ji ber xebatên siyasî û ramanên wan bi rengekî kêfî hatine girtin û fikarên xwe par ve kirine ku daraz bûye amûra siyasetê.

Her wiha hate diyarkirin di hevdîtinan de di an şertan de ku dadgeh biryarên Dadgeha Destûra Bİngehîn û DMME'yê jî nas nakin, ewlehiya hiqûqî ya hemû welatiyan rabûye, dadgeh li şûna ku li gorî rêziknameyên netewî û navnetewî biçin, bi zextan siyasetê û li gorî geşedanên rojane kêfî tevdigerin û biryaran didin û bi vê çarçoweyê weke wan, bi hezaran kes hatine girtin. 

Baroya Amedê û Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê di daxuyaniyê de bi bîr xist li gel biryara DMME'yê ya li ser Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala jî nehatine berdan, ev nîşan dide ku bi kêfî tevdigerin û her wiha diyar kir endamên darazê yên ku vê bi cih nayînin sûcê cezayî û îdarî dikin. Saziyan bang li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK), Wezîrê Dadê kirin ku derheqê van endamên darazê tişta hewce were kirin.
 
Şandeyê herî dawî xwest hemû girtiyên ku mafê darizandina dadî hatine binpêkirin û bi rengekî kêfî têne girtin, zûzûka werin berdan.