Însiyatîfa Zarokên Agir li bajarên Tirk çalakî kirin

Însiyatîfa Zarokên Agir li bajarên Tirk Amasya, Stenbol, Izmîr û Konyayê çalakî kirin û 3 fabrîkayên nîjatperestên Tirk dane ber êgir.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke niviskî ragihandin ku yekîneyê wan di navbeyna 21 û 23'yê Çile de li dijî nîjatperestên Tirk ku destekê didin dagirkeriya Tirk çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin 23'yê Çile li Stenbolê Arnavûtkoeyê fabrîkayeke pêlavan, du trembêl û qemyonek, li Herêma Organîzasyona Sinayî ya Dudullu Umraliyê fabrîkayek, li Maltepe kargehhek û li Selçûklu Konyayê çewlikek, li Izmîrê depoyeke lastîkê hatine şewitandin.

Her wiha hate diyarkirin 22'yê Çile li Herêma Organîzasyona Sinayî ya Suluova Amasyaê fabrîkayek û 21'ê Çile li Bornova Izmîrê otombîlek hatiye şewitandin.