Li Îdirê jinek hate kuştin

Li Îdirê ji ber ku Dîlan K. dixwest ew û Marûf K. dev ji hev berdin, Marûf K. ew kuşt.

Li Taxa Karaagac a Îdirê Dîlan K. a ku du zarokên wê hene, ji aliyê Marûf K. ve hate kuştin. Dîlan K. û Marûf K. di asta hevberdanê de bûn.

Marûf K. bi awayekî sîstematîk şîddet li Dîlan K. dikir. Dîlan K. piştî ku doza hevberdanê vekiribû, çûbû li mala dêya xwe bi cih bûbû.

Marûf K. duh şev saet di 02.00’an de cama mala ku Dîlan K. lê bû şikand û bi çekê ew kuşt. Marûf K. piştre ji qada bûyerê reviya.

Tîmê tendirustiyê û polîs hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Dîlan K. jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin cenazeyê Dîlan K. birine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.