Li dijî tecrîdê greva birçîbûnê li Helsînborgê didome

Li dijî tecrîdê çalakiya grêva birçîbûnê ya li Helsînborgê ya başûrê Swêd bi koma 6'an didome.

Li bajarê Helsîngboûrg ê Swêdê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi koma 6'an didome.

Çalakvanên greva birçîbûnê beriya ku çalakiyê dewrî koma nû bikin li Helsînborgê çalakî kirin. Ji ber biryarên nû yên têkilî hêla Covîd-19'ê tevlêbûn ne girseyî bû.

Li gel hewaya sar jî çalakger bi dirûşmeyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, piştevaniya xwe ji bo berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê nîşan dan û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.