Jinên Tîrêjên Rojê çalakî kirin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li gelek bajaran dijî dagirkerî û hevkariyên dagirkeriya Tirk çalakî kirin.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li gelek bajaran dijî dagirkerî û hevkariyên dagirkeriya Tirk çalakî kirin.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin ku yekîneyên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtiyan çalakiyên xwe zêdetir kirine.
Insîyatîvê ragihand 21'ê Çile yekîneyên wan li Stenbol Gokturkê maleke fihûşê û faşîstan şewitandine û li Kocelî jî fabrîkayek û du wesayitên fabrîkayê yên faşîstan dane ber êgir.
Bi berdewamî hate diyarkirin 22'yê Çile li Sakarya Kaynarcayê jî fabrîkayeke dermançêkirinê ya 'karsazekî AKP'yî' hatiye şewitandin û ziyaneke mezin gihaştiyê.
Insîyatîvê ragihand 22'yê Çile li Bostanîçî ya Stenbolê 4 wesayitên nîjatperstên Tirk hatine şewitandin, 23'yê Çile li Armutlu ya Yalova fabrîkayeke mobîlya ya 'AKP'yiyan' hatiye şewitandin, 23'yê meh jî li Edîrne Uzunkopru depoyeke nalbûrê, li Muratli ya Tekîrdagê jî du wesayitên nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'yî hatine şewitandin.