ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi ciwanan dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger wê bê şopandin, ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir, DAÎŞ'ê bi qetilkirina du endamên Meclîsa Şedadê êriş biriye ser azadiya jinê ku bi Rêveberiya Xweser re bi pêş ketiye.

M.S. ku di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de kolberiyê dike, diyar dike ku ji ber bêkarî û xizaniyê ji neçariyê kolberiyê dike û dibêje, "Ji bo em ji mirinê û êşkenceyê rizgar bibin, divê ji 4-5 kemînan rizgar bibin."

Rojbîn Bor salvegera yekemîn a Komeleya Jinê ya Star pîroz kir û got, "Em tên îllegalîze, terorîzekrin. Li rojava marjînal tên dîtin, li Kurdistanê jî karên me hemû di çarçoveya endametiya rêxistinê tên nirxandin."

Lûcîo Vîsînonî ku xwe hînî stranên Kurdî kiriye û li kolanan distirê, dibêje "Ez gelekî ji stranên Kurdî û dengbêjan hez dikim. Dema ku guh didim dengbêjan, wan di dilê xwe de hîs dikim."

Li Îtalyayê ku du hefte ne çareserî ji krîza koalîsyonê re nehatiye dîtin, Serokwezîr Gîûseppe Conte wê îro îstifa bike.