Guneş: Ez tazî kirim û êşkence li min kirin
Gokhan Guneş ê ku hatibû revandin got, ''Ez tazî kirim û êşkence li min kirin. Gotin, ''Em ê tecawizî te bikin.''
Gokhan Guneş ê ku hatibû revandin got, ''Ez tazî kirim û êşkence li min kirin. Gotin, ''Em ê tecawizî te bikin.''
Gokhan Guneş, karkerê elektrîkê 20'ê Çile li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê hatibû revandin. Guneş 5 rojan destgîrkirî bû. Guneş vê sibehê hate bedan.
Piştî ku Guneş hate berdan, tevlî malbata xwe li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê ji çapemeniyê re axivî.
Guneş got, ''Kesên ku ez revandim gotin, 'em ew kes in ku xuya nakin'. Çend rojan ez hiştim û min nizanîbû bê ka ez biribûm kûderê jî. Bi elektrîkê êşkenc li min kirin. Ez tazî kirin û êşkence li min kirin. Gotin, 'em ê tecawizî te bikin.''