Şaîrê Kurd Deham Hesen çû ser dilovaniya xwe
Şaîrê Kurd Deham Hesen li Qamişlo çû ser dilovaniya xwe.

Şaîrê Kurd Deham Hesen ê ji Amûdê çû ser dilovanya xwe. Hesen 75 salî bû.
Hesen ku 1946'an jidayik bûyî û hê zaroktî dest bi nivîsîna şiîrên bi Erebî kirî, çîrok û gotar jî nivîsîbûn.
Di nav xebatên wî de pirtûka bi navê, ''Di nav çand, huner û siyasetê de neynûk'' jî heye.
Helbet û çîrokên Hesen di gelek kovar û malperan de hatine weşandin.
Cenazeyê şaîrê Kurd Hesen, piştî ku ji mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî hate standin li goristana Hilêliyê wê were veşartin.