Kesên li aqûbeta Gokhan Guneş pirsîn hatin destgîrkirin

Malbat û hevalên wî yên ku li aqûbeta Gokhan Guneş pirsîn careke din hatin destgîrkirin.

Ji bo Gokhan Guneş ê ku hatibû diyarkirin ji aliyê polîsan hatibû revandin, çalakî didomin. Malbat û hevalên wî vê carê li pêşiya Arena Parka li Îkîtelliya Stenbolê hatin ba hev. Di çalakiyê de xwişkên wî Nûrhayat Guneş û Gulhayat Guneş Toraman axivîn.

Nûrhayat Guneş diyar kir ku “Li vê taxê berê jî hatibû xwestin ku birayê min birevînin. Ez bang li wan kesan dikim ên ku birayê min Gokhan revandine, yan hûn ê wî teslîmî me bikin an jî em ê her roj li qadan li wî bigerin.”

Piştî axaftina malbat û hevalên Gokhan Guneş, polîsan Gulhayat Guneş Toraman, Nûrhayat Guneş, Ferhat Harûn Pehlîvan, Ozde Dogan û Haci Toraman destgîr kir.