Sonia Mejri ya Fransî wê ji ber Qirkirina Êzîdiyan bê darizandin

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryar da ku Sonia Mejri wê ji ber sûcê qirkirinê ya li dijî Êzidiyan were darizandin.

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryar da ku jina Fransî Sonia Mejri (36) ya ku ji Sûriyeyê vegeriyaye, ji ber di bihara 2015’an ciwanek Êzidî kiriye kole, girtiye, li ser bingeha olî û zayendî zilm lê kiriye û sûcên dijmirovî wê ji ber sûcê qirikirinê li Dadgeha Cezaya Giran bê darizandin. 

Sonia Mejri ya ku hevjîna berê ya serçeteyê DAÎŞ’ê Abelnasser Benyoucef bû, yekem jina Fransî ye ku ji Sûriyeyê vergeriyaye û wê li Fransayê ji ber sûcê qirkirinê yê li dijî civaka Êzidî bê darizandin.

Sonia Mejri bi vê biryarê re wê ji bilî sûcên terorîstî û sûcên dijmirovî yên hatine tomarkirin, wê ji ber sûcên qirkirinê û terorîzmê li Dadgeha Cezaya Giran bê darizandin.

Sonia Mejri beriya ku di sala 2014’an de Fransayê biterikîne û tevlî DAÎŞ’ê bibe, li Fransayê bufeyek wê hebû. Li wir bi Abdelnasser Benyoucef ê Fransî-Cezayirî ye û wekî endamekî sereke yê şaneya operasyonên DAÎŞ’ê dihat dîtin re zewicî. Abdelnasser Benyoucef ji ber fermana êrîşa 2015’an a li dijî dêrek li Villejuif a li Parîsê hate kirin, daye bi sûcên qirkirin,  dijmirovî û terorîzmê hate darizandin. Tê payîn ku serçete Benyoucef di sala 2016’an de miriye.

Jina Êzîdî ya ku niha 26 salî ye, şeş salan ji aliyê Benyoucef û çeteyan ve hate revandin, hate biçûkxistin û destdirêjî wê kirin. Piştre Benyoucef wê firotibû êşkencekar û berpirsekî payebilind ê DAÎŞ’ê.