Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: 'Du Deng, Yek Bîranîn'

Li Heidelbergê di navbera 17-19’ê Tîrmehê de wê li ser mîrateya Mûsa Anter û Hrant Dînk çalakiya "Du Deng, Yek Bîranîn" were lidarxistin. Çalakî ji bo bîranînên hatine çewisandin, vegotinên dîasporayê û hewldanên aştiyê wê rê li ber qadeke hunerî vedike.

Li bajarê Heidelberg ê Elmanyayê di navbera 17-19’ê Tîrmehê de wê çalakiya "Mûsa Anter - Hrant Dînk: Du Deng, Yek Bîranîn" were lidarxistin.

Çalakî ji bilî bibîrxistina rêça rabirdûyê wê aştî, azadiya derbirînê û vîzyona hevpar a pêşerojê jî bîne rojevê.

Çalakî wê li ser mîrateya têkoşîna rojnamevan-nivîskarê Kurd Mûsa Anter û rojnamevan-weşangerê Ermenî Hrant Dînk radiweste û ji bo bîranînên hatine çewisandin, vegotinên dîasporayê û hewldanên aştiyê rê li ber qadeke hunerî û rewşenbîrî vedike.

Ev çalakî bi pêşengiya kurator Hogir Ar de bi awayekî kolektîf tê amadekirin. Armanca çalakiyê ew e ku bingeha diyalog û hevgirtinê ya ku di bîra kolektîf a civakên Kurd û Ermenî de cih digire, wê li ser rêça Anter û Dînk ji nû ve derxe holê.

Bername bal dikşîne ser mijara pêvajoya aştiyê ne tenê li ser bêçekbûnê ye; divê hêmanên wekî edalet, heqîqet û sererastkirina civakî jî digire nav xwe. Her wiha huner di pêvajoyên wisa hesas de di hevrûbûn û avakirina bîra kolektîf de roleke girîng dilîze û navbeynkariya pêkanîna çanda aştiyê dike.

Di çarçoveya çalakiyê de pêşangeha Hogir Ar a bi navê "Formên Bîranînê" wê bi rêya peyker, vîdeo û înstalasiyonan mijarên bîranîn, fezayê û berxwedanê bigire dest.

Her wiha rojnamevan, akademîsyen û hunermendên ji Tirkiye, Kurdistan, Ermenistan û dîasporayê wê di panelên cûrbecûr de bên ba hev û nêrînên xwe parve bikin. Bername wê ji beşdariya li ser înternetê re vekirî be.

Ev çalakî ne tenê balê dikişîne ser êşên rabirdûyê, di heman demê de destnîşan dike ku li ser bingeha heqîqet, berxwedan û diyalogê dikare pêşeroj were avakirin.

Navnîşan û têkiliya agahdariyê ya çalakiyê wiha ne:

Collegium Academicum, Mendelejewplatz 1, 69126 Heidelberg

17–19’ê Tîrmeha 2025’an
Têkilî: [email protected]
Instagram: @hrantdinkmusanter