Dadgeriya Tirk biryara girtina Ayşe Gokkan da

Dadgeriya dewleta Tirk biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan da.

Rûniştina doza li dijî Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkar ku bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" tê darizandin, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Gokkan tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Nevzat Karaaslan beşdar bû.

Parêzer Nevzat Karaaslan diyar kir ku ew gotinên şahidê nepen ê li dijî muwekîla xwe qebûl nakin û xwest, di rûniştina bê de muwekîla wê amade be nêrîna wê bê wergirtin.

Heyeta dadgehê piştî navberekê biryara xwe eşkere kir û bi hinceta 'delîlên 'berbiçav' ên dosyayê û tevlîbûna Gokkan li rûniştinê, biryara girtina wê da.