Tîma Bersivdanê li Arnavûtkoyê febrîqeyek şewitand

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Kawa Çekdar ragihand ku wan li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê febrîqeyeke pêlavan a "Hevkarekî AKP-MHP'ê" şewitandine.

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Kawa Çekdar têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir: "Di çarçoveya Pêngava Pêkanîna Azadiyê de 23'ê Çileyê danê nîvro li taxa Fatîhê ya navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê, li dijî febrîqeyeke pêlavan a hevkarekî AKP-MHP'ê çalakiya sabotajê hate lidarxistin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama çalakiya me de, febrîqeya şexsê faşîst bi giranî şewitî, qemyonek û du wesayitên luks ên ferbrîqeyê jî îmha bûn."