Hevserokên HDP'ê yên navçeya Esenyûrtê hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Esenyûrtê û hevserokên navçeyê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam destgîr kirin.

Polîsên Tirk doh derengiya şevê avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê.

Personelên şaredariya Esenyûrtê dema ku li avahiya partiyê karê dezenfekteyê dikirin, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kişandin û li medya dîjîtal parve kirin. Hate ragihandin ku bi vê hincetê polîsan avêtin ser avahiyê. Polîsên Tirk deriyê avahiyê şikandin û nêzî 6 saetan li nava avahiyê lêgerîn kirin.

Polîsan dest danîn ser ewraq û dokûmanan, pirtûk, flama û alayên li avahiyê. Piştre jî Hevserokên HDP'ê yên Navçeyê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam destgîr kirin.