ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, wê were şopandin.

Seroka ÎHD'ê ya Şaxê Gulseren Yolerî û Hevserokê TUHAY-DER'ê Husnu Taş bal kişandin ser berxwedana li zindanan û diyar kirin ku tecrîd bi têkoşîna civakî û xwedîderketina li berxwedanê dikare ji holê bê rakirin.

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cara 5'an li Cenevreyê li hev civiya. Nûnerê NY'ê yê ji bo Sûriyeyê Peterson bêhêvî banga 'hevkariya navneteweyî' kir. Di navbera dewleta Tirk û Îxwan de jî nakokiyên neyekser hene.

Gerîlayê enterasyonalîst Baran Nûjiyan: Min di nava gelek tevgerên sosyalîst, çepgir û ekolojîk de cihê xwe girt û têkoşîna azadiyê meşand. Di nava van hemû tevgera de ya ku jiyana komunal, jiyana azadiya civakê ji xwe re dike esas tevgera PKK'ê ye.

Ji fermandarên YPJ'ê Sozda Efrîn diyar kir ku wê bi baweriya gelê xwe, herêmên dagirkirî rizgar bikin û ji bo vê armancê jî bi taybetî bang li ciwanan kir.

Gerîlayên Hewreman qala warê xwe, mirov, çand, xweza û berhemdariya wê kirin.

Li Portekîzê di hilbijartinê de Serokkomarê heyî Marcelo Rebelo de Soûsa di tûra destpêkê de hate hilbijartin.

Li Maliyê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, di encama êrişa çeteyên cîhadîst de herî kêm 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.