Beştaş: Ocalan reçeteya aştiyê ye

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û got, “Abdullah Ocalan ji bo vî welatî reçeteya aştiyê ye.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist. Beştaş geşedanên di rojevê de nirxand.

Beşdaş nerazîbûn nîşanî krîza aşiyê da û got, “Hûn jî dizanin carekê 3 milyon û carekê jî 6,5 milyon aşî hat. Hê jî nebûye 10 milyon. Em dipirsin, aşî li ku ne. Dibistan dikin vebin lê hê jî mamoste aşî nebûne”

Beşdaş bal kişand ser vî tiştî ku zextên li dijî HDP’ê zêde bûne û qala êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Esenyûrtê kir. Beşdaş got ku, “Ev tê wateya astengkirina siyaseta demokratîk. Bi destê polîs û darizandinê dixwazin mûxalefetê di şexsê partiya me de krîmînalîze bikin û derxînin derveyî siyasetê.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û TECRÎD

Beşdaş bal kişand ser grevên birçîbûnê ya ku ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser girtîgehan bi dawî bibe. Beşdaş got ku, “Îro li 107 girtîgehan 2 hezar girtî bi dorvegerî ketine greva birçîbûnê. Ew çi dixwazin? Dibêjin li gorî hiqûqê tevbigerin. Daxwaza sereke çi ye? Bidawîkirina tecrîdê. Tecrîd sûc e, me ev tişt bi milyon caran got. Ev sûcekî li dijî mirovayetiyê ye û êşkence ye. Di heman demê de li girtîgehan jî zext û êşkence didomin. Ev jî sûc in. Em ji Wezîrê Edaletê û desthilatdariyê dipirsin, ma mewzûatên heyî û qanûn ne ji bo hemû girtiyan e? Raporên CPT’ê li holê ye û tecrîd a niha ji Îmraliyê li temamî welat belav dibe. Di 21 salan de Ocalan bi tenê carekê  malbata xwe dîtiye. Ev şermeke mezin e. Bi milyonan kesan ji bo Ocalan gotine, ew îradeya min e û diyar kirine ji bo vî welatî reçete ye. Divê dengê çalakgerên greva birçîbûnê were bihîstin. Bersivê bidin û hiqûqa xwe pêk bînin.”