ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Edeneyê deh hezaran li dijî faşîzmê peyama berxwedanê dan
Deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê ya li Çûkûrovayê bûn. Li Edeneyê li dijî faşîzmê serkeftina gelan hate balkişandin. Di heman demê de li Hatayê jî peyama berxwedanê hate dayîn. -
Li Cizîr, AgirÎ û Dîlokê Newroz hate pîrozkirin
Li Cizîr, AgirÎ û Dîlokê bi tevlêbûna deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. -
Li bajarên Egeyê agirê Newrozê geş bû
Cejna Newrozê li bajarên Egeyê jî bi coş hate pîrozkirin. -
Li Riha, Enqere û Kutahyayê pîrozbahiyên Newrozê
Ji Riha heta Enqere û Kutahyayê li gelek bajaran Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Şehîdê Newrozê Kurtkut hate bibîranîn
Kemal Kurkut ku Newroza 2017'an li Amedê bi destê polîsên Tirk hatî qetilkirin, li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn. -
Gergerlîoglû yê bi zorê li Meclîsê hate destgîrkirin, serbest hate berdan
Omer Farûk Gergerlîoglû ku li Meclîsê bi zorê hate destgîrkirin, serbest hate berdan. -
Şevçiraxên Kurdistanê: Mazlûm, Zekîya, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvan
Yek ji qedroyê pêşeng ê PKK'ê Mazlûm Dogan 21'ê Adara 1982'an, rojên hovîtiyê yên zindana Amedê bi sê darikên niftikê rêça berxwedanê ya Newrozê da destpêkirin. Zekiya Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan wê ev agirê Newrozê dewr bigirtana. -
Beşdarên Newrozê: Di vê demê de divê em li qadan li ber xwe bidin
Beşdarên pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê gotin, "Ji bo HDP'ê, ji bo partiya xwe divê em li qadan bin, li ber xwe bidin. Divê em berxwedana herî mezin a demên dawî nîşan bidin." -
HDP: Em ê li ber xwe bidin û welêt aram bikin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Omer Farûk Gergerlîoglû da û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminê demokrasiyê ye, darbekar e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê bi berxwedana xwe welêt aram bikin." -
HBDH'ê Newroz pîroz kir
Komîteya Rêveber a HBDH'ê cejna Newrozê pîroz kir û di Newroza 2021'ê de şerê navbera serdest û bindestan giran bûye. -
'Qibrisiyan gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd slav dike'
Yekîtiya Qibrisiyan doza girtina HDP'ê şermezar kir û got, ''Gelê Qibrisê û gelê Kurd tim êrîşa dewleta Tirk li ser heye. Lê gelê ku yek be ti caran nikare were têkbirin.'' -
Li Colemergê du jê dayikên aştiyê 4 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Colemergê bi ser malan de girtin, dayikên aştiyê Gulîzar Demîr û Halîme Arslan jî di nav de 4 kes destgîr kirin. -
Platforma Komeleyên Xwecihî zextên li ser HDP'ê şermezar kir
Platforma Komeleyên Xwecihî doza girtina HDP'ê, betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û betalkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin. -
Li Rûsya û Swêdê coşa Newrozê
Li gelek bajarên Swêdê û li bajarê Saratov ê Rûsyayê, Kurdan tevî dostên xwe agirê Newrozê dadan. -
Nehiştin ku kincên xwe jî li xwe bike, bi sedan polîsî bi zorê birin
Bûroya Çapemeniyê ya HDP'ê têkilî destgîrkirina Gergerlîgolu got, ''Piştî ku ji lavaboyê derketiye, nehiştine ku kincê xwe jî li xwe bike.'' -
Gergerlîoglu li Meclîsê bi zorê hate destgîrkirin
Wekîlê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu ji hêla bi sedan polîsî ve bi zorê hate destgîrkirin, ku Gergerlîoglu 'Nobeta Dadê' li Meclîsê digirt û desthilata faşîst a AKP-MHP'ê dest li ser wekîltiya wî danîbû. -
Li 2 herêmên Ermenistanê Newroz hate pîrozkirin
Li herêmên Elegez û Oktoberyan ên Ermenistanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. -
ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Rûsyayê pîrozbahiyên Newrozê
Kurdên ku li deverên cuda yên Rûsyayê dijîn bi merasîmekê Newroz pîroz kirin. -
Li Deldmontê name ji NY’ê re hate şandin
Li bajarê Deldmont a Elmanyayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were şikandin û bi awayek fîzîkî azad bibe, name ji NY’ê re şandin. -
Îzmîr di Newrozê de hate ba hev: Em ê vê desthilatdariyê birûxînin
Li Îzmîrê bi hezaran ku qada Newrozê dagirtibûn, tecrîda li ser Îmraliyê û zextên li ser HDP’ê şermezar kirin. Di axaftinên li wir hate gotin “Em ê desthilatariya van heramiyan birûxînin” û banga mezinkirina berxwedanê dan. -
Milîsên Şehîd Sema Yuce ya Komîteya Kurdistan a HBDH’ê çalakî pêk anîn
Milîsên Şehîd Sema Yuce ya Komîteya Kurdistan a Tevgera Şoreşa Hevpar a Gelan (HBDH) çalakî li hember cerdevanan pêk anîn. -
Newroz li Îdir û Çorûmê jî hate pîrozkirin
Di pîrozbahiyên Newroza ku li Îdir û Çorûmê hatin li dar xistin de, li dijî êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê peyamên berxwedanê hatin dayîn. -
Li Tekîrdag û Çanakkaleyê Newroz hate pîrozkirin
Li Tekîrdag û Çanakkaleyê bi hezaran kes daketin qadan û Newroz pîroz kirin. -
Pervîn Bûldan: 687 kes biçin wê 12 milyon kes werin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Newroza Stenbolê de axivî û got, “Heke li ser 600 kesan qedexeya siyasetê were pêkanîn jî 12 milyon kes ji siyasetê re amade ne.”