ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sancar: Em ê HDP’ê mezintir bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser qirkirina siyasî û got, “Em ê HDP’ê mezintir bikin.” Sancar diyar kir ku heta edalet û demokrasî pêk neyê ew ê aştî jî pêk neyê. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re dîsa serlêdan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku sibe miwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Ji ber DAÎŞ’iyên li Rojava derbarê Macron dosyeyek dan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî
Komek parêzer û akademîsyen li hemberî serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ê ku hemwelatiyên xwe yên endamên DAÎŞ’ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nestend, dosyeyek dan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. -
Koç: Tecrîd binpêkirina destûra bingehîn e
Parlamenterê HDP'ê Koç diyar kir ku bi tecrîdê re destûra bingehîn tê binpêkirin û bang li hikumeta AKP-MHP'ê kir ku li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevbigere. -
Di Konferansa Sûriyeyê de soza 6.4 milyar dolar a alîkariyê hate dayin
Li Konferansa Sûriyeyê ya Brukselê, ku gelek welat tevlî dibin, li hev hate kirin ku ji bo penaberên Sûriyeyî 6.4 milyar dolar alîkariya mirovî bê dayin. Hate ragihandin ku ev hejmar gelekî kêmî rêjeya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin. -
ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
HDP’î bi Serokê MKPE’yê re civiyan
Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi Serokê MKPE Rik Daems re li Meclîsê hatin gelhev. -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza rakirina tecrîdê û bikaranîna mafên bingehîn, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê da. -
Raportorê Destûra Bingehîn ji bo kêmasiyên şêwazê yên îdîanameya HDP'ê red kir
Raportorê Destûra Bingehîn ji bo ku kêmasiyên şêwazê werin temamkirin xwest ku îdîanameya HDP'ê were îadekirin an jî di nav demê de kêmasî werin temakirin. -
Bûldan: A bûyî ne hevdîtin e, irsrara di tecrîdê de ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser tecrîda li Îmralî û got: “Ev ne hevdîtineke ya telefonê ye . Ev ne hevdîtina malbatê ye, israra di domandina tecrîdê de ye.” Bûldan bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin tevgerê. -
HBDH’ê li dijî înşaata kalekolê çalakiyek lidar xist
Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH), li Stenbolê li dijî înşaata kalekolê çalakiyek lidarxistin. -
HDP'ê li dijî hikûmeta Elman helwest nîşan da
Hevserokên HDP'ê name ji Wezareta Karê Derve ya Elman re şandin û gotin, ''Em gotinên ku HDP'ê krîmînalîze dikin, red dikin.'' -
Ji bo Şengalê name ji civaka navneteweyî re hate nivîsandin
29 partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo Şengalê name ji Wezîrên Karên Derve yên DYE, Fransa, Elmanya, Iraq û Îngilistanê, her wiha ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re şandin. -
Malbata Şenyaşar hate berdan, nobet didome
Emîn û Ferît Şenyaşar ku ev 22 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta dadê digirin piştî ku hatin destgîrkirin hatin berdan. -
Li Stenbolê du febrîqeyên AKP'iyan hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Stenbolê 2 febrîqeyên AKP'iyan şewitandine. -
Serdegirtina li dijî TÛHAD-FED’ê: Herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin
Leşkeran girtin malên endamên Şaxa TÛHAD-FED’ê de ya li Çûkûrovayê. Herî kêm 11 kes hatin destgîrkirin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê û muwekîlê xwe bibînin, serî li dozgeriyê dan. -
HBDH: Em ê bi ruhê Kizildereyê faşîzmê têk bibin
HBDH’ê şehîdên Kizildereyê bi bîr anî û got, “Em HBDH bersiva me ya ji faşîzmê wê li ser ya rêya Mahîr û Cîhanan be.” -
Can: Piştgiriya ji bo HDP’ê zêde dibe
Berdevkê Hewldana 78’yiyan Celalettîn Can diyar kir ku bi girtina HDP’ê re armanc ev e ku hemû meyl werin tasfiyekirin lê piştgiriya ji bo HDP’ê zêde dibe. -
71 parlamenterên Meclîsa Hambûrgê piştgirî dan HDP'ê
Li Elmanyayê, 71 parlamenterên Meclîsa Eyaletê ya Hambûrgê deklarasyoneke hevpar weşandin û ragihandin ku ew bi HDP'ê re ne. -
ROJEVA 30'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li 29 HDP’î û BDP’iyan ji bo ku aştî xwestine, doz vekirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de derbarê 29 siyasetmedaran ji ber ku tevlî meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûne, doz hate vekirin. -
Dayikên Aştiyê serdana Gergerlîoglû kirin
Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê serdana Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î kirin, ku wekîltiya wî hatiye desteserkirin. -
Operasyona li Kampa Holê di roja duyemîn de ye
Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Kampa Holê ji bo têkbirina hucreyên DAÎŞ'ê hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de ye. -
ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.