Li Riha, Enqere û Kutahyayê pîrozbahiyên Newrozê

Ji Riha heta Enqere û Kutahyayê li gelek bajaran Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

RIHA

Pîrozbahiya li Rihayê li qada li kêleka Stadyûma 11'ê Nîsanê pêk hat. Bi hezaran kesî qad dagirtin. Bi taybetî jin û ciwan li pêş bûn.

Di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn û bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate silavkirin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî bi Kurdî li pîrozbahiyê axivî û bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyê yên li ser Kurdî. Aşîtî destnîşan kir ku divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin.

Dema ku parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan derkete ser dikê, ciwanan dirûşma "Silav silav hezar silav ji Îmraliyê re" qîriyan.

Omer Ocalan bal kişand ser pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêkan Îmrali ye.

Omer Ocalan êrişên li ser Kurdî jî bi bîr xist û got, "Êriş li ser zimanê me heye. Em dibêjin, ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê em ê têbikoşin."

Pîrozbahî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman bi dawî bû. Di dema pîrozbahiyê de 2 kes hatin destgîrkirin.

ENQERE

Pîrozbahiya li Enqereyê jî li Anit Parkê pêk hat. Pankartên bi nivîsa "Wekhevî, edalet, aştî, azadî", "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" hatin daliqandin. Polîsên Tirk bi otobusan dor li qada Newrozê girtin.

Bi navê Hêza Ked û Demokrasiyê Şamîl Parlak axivî û anî ziman ku ji Kawa heta niha agirê Newrozê geş dibe. Şamîl Parlak girtiyên greva birçîbûnê silav kir û xwest dawî li tecrîdê bê anîn.

Pîrozbahiya ku bi sedan kes tevlî bûn, bi govend û horonan bi dawî bû.

KUTAHYA

Pîrozbahiya li Kutahyayê li qada Fîdanlikê pêk hat.

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ridvan Tûran axivî û Newroz li gelan pîroz kir.

Tûran bal kişand ser doza girtina HDP'ê û destnîşan kir ku di Newrozê de bersiv ji vê dozê de hatiye dayin.