Newroz li Îdir û Çorûmê jî hate pîrozkirin

Di pîrozbahiyên Newroza ku li Îdir û Çorûmê hatin li dar xistin de, li dijî êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê peyamên berxwedanê hatin dayîn.

Pîrozbahiya Newrozê li qada Abîdeya Kiliçlar a li Îdirê bi beşdariya gelek kesan hate lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî beşdarî şahiya ku Kurd, Azerî, Tirk û Terekemene li hev civiya bibûn bû. Di pîrozbahiyê de Hevseroka bajarê Îdirê ya HDP’ê Semra Dogrûyol ku di pîrozbahiyê de axaftina silavkirinê pêşkêş kir û Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk ku wezîfeya wê hatî xesp kirin bertek nîşanî amadekirina îdianameya ku tê de girtina HDP’ê tê xwestin dan.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr a HDP'yî behsa girîngiya Newrozê ya ji bo gelên bindest kir û destnîşan kir ku ew ê li pêşberî zexta hikûmetê paşde gav neavêjin. Taşdemîr têkildarî zextên li dijî partiya wan got ku dibêjin ‘Vê carê em ê HDP'ê bigirin’. Ma hûn ê dikana HDP’ê bigirin? HDP di dilê mirovan de ye. HDP dara jiyanê ye. Hûn nikarin vê jiyanê asteng bikin. Çi dibe bila bibe, em ê mafên vî gelî biparêzin. Wê HDP tu carî dev ji têkoşînê bernede. Ji ber vê yekê ew pir ditirsin."

Taşdemîr destnîşan kir ku ewên ku dijminahiya gelê Kurd dikin tu carî bi ser nakevin û wiha domand: “Yên ku êrîşî gelê Kurd dikin hemû di sergoya dîrokê de ne. Desthilat ne tenê dijminê Kurdan e, di heman demê de dijminê jinan e jî. Ew hewl didin ku destkeftiyên jinan bi qeyyûman tune bikin. Duh êvarê wî Peymana Stenbolê betal kir. Wî darbeyek li dijî jinan kir. Ew dibêjin ku ew ê jinan neparêzin.” Taşdemîr di dawiya axaftina xwe de strana Newroz got.

Li aliyê din Habîp Eksîk ê HDP'yî destnîşan kir ku “darbeyên siyasî û polîtîkayên çewisandinê" nikare paşve gavê bi wan bide avêtin. Eksîk got, "Hûn nikarin dîlan û muzîka me asteng bikin. Tenê kesek bimîne jî em ê dev ji têkoşînê bernedin."

Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê û awazên ji megafonê deng dida berdewam kir.

Di dawiya pîrozbahiyê de, polîsan hewl da ku 3 ciwanan destgîr bikin. Li ser berteka gel, polîs neçar ma ciwanan serbest berde.

ÇORÛM

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Çorûmê li parka Aşik Mahsûnî Şerîf a li navenda bajêr Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de ku pankarta "Ji bo aştî, wekhevî, biratî, azadî û dadê Bijî Newroz" hate vekirin, dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî biratiya gelan" hate qêrîn. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.

Berdevkê Demê yê KESK’ê yê Çorûmê Emrah Azapçî diyar kir ku di van salên dawî de Newroz di bin siya zext û êrîşan de tê pîroz kirin. Azapçî got, "Polîtîkayên çewisandinê yên li seranserê welat têne meşandin wekî wezîfedarkririna qeyyûman li ser şaredariyên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin, mafê wekîltiyê yên hatinî betalkirin û girtinên partiyan berdewam dikin. Diyare ku girtina partiyan wê rê ji ber zincîrkirinên nû yên li sendika, rêxistinên ked û pîşeyî veke.”

Azapçî diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi yekbûna gelên herêmê, çîna karker û komên demokratîk ve gengaz e û got, "Newroz bi sedsalan bûye sembola têkoşîna li hemberî rêbazên dijber û înkarker. Em Newroza 2021’an bibin yek. Werin em ji bo xebat, nan, jiyana mirovahî, azadî û dadê têkoşînê geş bikin.

Piştra, li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.