Li bajarên Egeyê agirê Newrozê geş bû
Cejna Newrozê li bajarên Egeyê jî bi coş hate pîrozkirin.
Cejna Newrozê li bajarên Egeyê jî bi coş hate pîrozkirin.
AYDIN
Pîrozbahiya li Aydinê li Taxa Osman Yozgatli hate kirin. Ji serê sibehê ve gel berê xwe da qadê.
Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Elvan Ozîş cejna Newrozê ya gel pîroz kir, parlementera HDP’ê Nûran Îmîr jî nerazîbûn nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê da û betalkirina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû şermezar kir.
Di pîrozbahiyê de Serhat Kûral û Nûrcan Degîrmencî derketin ser dikê û pîrozbahî bi govendê bi dawî bû. Li Ortaklar, Soke û Nazîlliya Aydinê jî pîrozbahiyên bi coş hate kirin.
DENÎZLÎ
Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya li Merkezefendiya Denîzliyê bûn. Endamê Meclîsa Giştî ya HDK’ê Ûgûr Bayrak di pîrozbahiyê de axivî û got, “Desthilatdarî û hevkarên wan dixwazin HDP’ê bigirin. Ew ê nikaribin têkoşîna aştî û azadiyê ya gel asteng bikin.”
Di pîrozbahiyê de parlementerê HDP’ê Mûrat Çepnî, Omer Farûk Gergerlîoglû silav kir û got, “Kesên dest dirêjî te kirin sûc kirin, wê hesabê vî tiştî bidin.”
Pîrozbahî bi govenda li ber stranên Koma Jinawaz domiya.
MANÎSA
Li Tûrgûtlûya Manîsayê jî Newroz hate pîrozkirin. Agirê Newrozê ji aliyê parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay û rêveberên partiyê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.
Di pîrozbahiyê de parlementera HDP’ê Kemalbay got ku “Hêza wan têr nake ku HDP’ê bigirin. Ez bang li wan zaliman dikim, wê ev gel we biavêje ser sergoyê dîrokê.”