Îzmîr di Newrozê de hate ba hev: Em ê vê desthilatdariyê birûxînin

Li Îzmîrê bi hezaran ku qada Newrozê dagirtibûn, tecrîda li ser Îmraliyê û zextên li ser HDP’ê şermezar kirin. Di axaftinên li wir hate gotin “Em ê desthilatariya van heramiyan birûxînin” û banga mezinkirina berxwedanê dan.

Li Îzmîrê tevî barana zêde bi hezaran kes çûn Meydana Gundogdu û Newroz pîroz kirin. Jinan bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî merasîmê bûn, her wiha saziyên xwecihî, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajêr jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Gelek saziyên mîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Malên Gel, Partiya Azadiya Cıvakî (TOP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Ji Nûve Rizgarbûyîn a Sosyalîst (SYKP), Partiya Şoreşger, Konfedrasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), Partîzan, Tumîst, Kaldiraç, Komeleya Dêrsimiyan a Îzmîrê li qadê berdewam dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vire”, “Bijî Newroz”, “Bijî HDP”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” qêriyan.

Di pîrozbahiyê de hat gotin ku,”Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawî kirin, divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne werin pêşwazîkirin û her wiha siyaset zext û girtinê ya li hemberî HDP’ê, betalkirina mafê wekîltiyê yê Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û xwe vekişandina ji Peymana Stenbolê hat protestokirin.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, parlementer Serpîl Kemalbay ligel endamên partiyê agirê Newrozê pêxistin. Li wir di axaftinan de hate gotin ku li cihê ku HDP hebe, li wê derê Kawa hene. Her wiha hate gotin, “Di dîrokê de çiqas Dehaq hebûne ewqasê jî Kawa hene. Emê van êrîşên zordar pûç bikin.”

GIRTÎ HATIN SILAVKIRIN

Dîsa li ser navê Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê Nufûsa Ataç axivî û diyar kir, “Ez girtiyên di greva birçîbûnê de ne silav dikim. Îro ew ji bo azadiya Ocalan di grevê de ne. Em aştiyê dixwazin. Şer naxwazin. Ew nikarin vîna me bişkînin. Aştî nêzîk e. Em ê bi ser bikevin. Divê em yekîtiya xwe xurt bikin.”

Li ser navê Platform Jin bi Hevre Xurt in ya Îzmîrê Ebrû Dînçel jî axivî û xwevekişandina ji Peymana Stenbolê şermezar kir. Serokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî bertek nîşanî doza girtinê ya li ser HDP’ê hatî vekirin da.

EGER BERXWEDÊR HEBIN DÎKTATOR NIKARE BIMÎNE

Endama Desteya Rêveber a KESK’ê Elîf Çûhadir jî got, “Avahî dikare bê girtin. Lê heya ku gelekî rêxistinbûyî û çînekî rêxistinkirî yê karkeran hebe wê li pêşiya me ne bûrjovazî, ne sermaye û ne jî dîktatorî bimîne.”

EM BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN

Parlementera HDP’yî Serpîl Kemalbay jî bi Kurdî û Tirkî beşdar silav kir û diyar kir, “Doza girtinê ya we li ser HDP’ê vekirî vê bibe doza tinebûna we. Hûn lezê didin pêvajoya ku em we bişînin sergoya dîrokê.”

Kemalbay her wiha qala grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didome kir û got, “ Li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Bi mehane didome. Sedema van grevên birçîbûnê ev e ku gelên Tirkiye bigihîje aştiyê, tecrîd were bidawîkirin û ji bo edaletê ye. Divê em ji vê berxwedan û têkoşînê re bibin deng. Soz be em ê desthilardariya van dizan hilweşînin. Em hevalên xwe yên di zindanan de silav dikin. Newroza birêz Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selçûk Mizrakl pîroz be. Li vî welatî Kurd, sosyalîst, şoreşger, tevgera femînîst, jin, karker û berxwedana kedkaran hene. Emê wek gel, jin û kedkar bibin yek û wan bişînin sergoya dîrokê.”

BANGA JI BO MUXALEFETÊ: NETIRSIN, SERÎ NETEWÎNIN

Serokwekîlê Koma HDPê Sarûhan Olûç derbarê doza girtinê ya li dijî partiya xwe û mijarên di rojevê de axivî. Olûç got, "Stenbol dîrokê dinivîse. Stenbol bersiv da kesên ku xwestin HDPê bigirin. Sibe li Amedê wê gelê Kurd bersiva hikûmata ku dijminatiya wê dike bide. Em li wir in, em têdikoşin. Hûn nikarin me tune bikin , ewê vê bibêjin. Ger ew Dehaq bin, em Kawa ne. Li pêşberî me desthilatek rizî ku exlaqê siyasî wenda kirî û nirxên mirovî bi erdê re kirî yek û êrîşî nûnerên gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dike. Ev desthilat gavên ku wê Tirkiyê bi erdê re bike yek berdewam diavêje.

Olûç her wiha anî ziman: “Ez bang li wan kesên ku li dijî hikûmetê derdikevin dikim. Teslîm nebin, ji HDP’ê netirsin. HDP tê wateya edalet, aştî, azadî, wekhevî û qanûnê. Ji HDP netirse da ku em bi hevre, bikaribin di aliyê civakî û siyasî li dijî vê hêzê têbikoşin. Ka em vê hukûmetê di sandoqê de bin ax bikin. Werin em li dijî zilm û faşîzma vê hukûmetê têbikoşin. Emê bibin pêşengê peymanê û xwedî lê derbikevin. Wekî HDP’ê me soz da ku aştiyê misoger bikin. Me sozê azadî û wekheviya gelê Kurd daye. Em ji Newroza 2013’an û vir ve di tekoşîna aşitiyê de serî natewînin û natewînin jî. Ev gel wê daxwaza îradeya xwe ya siyasî û siyaseta demokratîk bike û berdewam destê aştiyê dirêj bike. Di vê mijarê de em dest ji biyrardariya xwe bernadin. Emê dest ji têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê bernedin. rûmet û dadmend bi dest bixe.

Pîrozbahî bi awazên Arhat û Ayfer Duzdaş berdewam kir.