Jinên enternasyonalîst banga berxwedanê kirin
Jinên enternasyonalîst Nobeta Azadiyê ya vê hefteyê dewr girtin, Jinan diyar kirin ku ji bo pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo pêdivî bi her kesî heye û banga beşdarbûna berxwedanê li her kesî kirin.
Jinên enternasyonalîst Nobeta Azadiyê ya vê hefteyê dewr girtin, Jinan diyar kirin ku ji bo pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo pêdivî bi her kesî heye û banga beşdarbûna berxwedanê li her kesî kirin.
Nobeta Azadiyê ya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo di 25’ê Hezîrana 2012’yan de li bajarê Strasbourg ê Fransayê hat destpêkirin, di hefteya 682'an de bi biryardarî didome.
Her hefte sazî, kom an kesên cuda nobetê dewr digirin, daxwaza azadiya Rêber Apo radigihînin Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî û berpirsiyariya CPT'ê bi bîr dixin.
Nobeta Azadiyê yek ji çalakiyên herî demdirêj e û ji hêla gelê Kurd, dostên wan û hevrêyên wan ên enternasyonalîst li Ewropayê ve tê domandin.
Nobeta vê hefteyê ji aliyê çalakvanên jin ên ku kampanyaya "Women Defend Rojava" li Elmanya dimeşînin ve dewr hate girtin.
Jinên enternasyonalîst Nele Mohlmann, Petra Onnen, Rebecca Alpers û Lilli Gruber di koma vê hefteyê de cih digirin.Jinên ku îlhamê ji ramanên Rêber Apo digiri, hem ji bo azadiya Rêber Apo û hem jî li ser rola jinan di veguherîna civakî de peyamên balkêş dan.
'ME NIVÎSÊN WÎ XWEND, ME LI SER WAN NÎQAŞ KIR, EM GELEK BI BANDOR BÛN'
Lilli Gruber guhertina ku ramanên Rêber Apo di jiyana wan de pêk niye wiha anî ziman:
"Em ji bo azadiyê li vir in. Dibe ku hin tişt kêm bin, lê em weke çalakvanên jin li vir in; ji ber ku têkoşîna hevpar ji bo me pir girîng e. Ji bo nîşandana hevgirtinê bi otobusê hatin vir û me nobedariya hefteyekê girt dewr girt. Ji ber ku em dixwazin tevkariya azadiya Abdullah Ocalan bikin."
Lilli Gruber anî ziman ku jinên li Ewropayê bi ramanên Rêber Apo pir bandor bûne û destmîşan kir ku analîzên li ser rola jinan a civakî ji bo wan bû sedem veguherînê û wiha domand:
”Wekî jinên ji Elmanyayê, Abdullah Ocalan ji bo me roleke girîng dilîze. Me nivîsên wî xwendin, bi hevalên xwe yên jin ên Kurd re bi berfirehî li ser wan nîqaş kirin û me fêm kir ku di navenda ramanên wî de rola jina heye. Ev yek dimaliyê me de ji bo avakirina civakek azad û dadwerî pir girîng e. Di mafê jinan de heta niha me zilamek ku bi qasî wî kûr bûye û têdikoşe me nedîtiye.”
‘JI MEHMET ÇAKAS RE AZADÎ, JI MAJA RE AZADÎ’
Petra Onnen bal kişand ser Rêber Apo û girtiyên siyasî yên li Ewropayê. Petra Onnen li ser rewşa Mehmet Çakas ê ku tevî cezayê xwe qedandiye jî Elmanya hewl dide wî radestî Tirkiyeyê bike ev tişt anî ziman:
“Rewşa Mehmet Çakas me dixe nava fikaran. Tevî ku Çakas cezayê xwe qedandiye jî dozgeriya federl hewl dide wî dersînor bike, ev yek skandaleke mezin e. Dewleta Elmanya bi awayekî eşkere derqanûnî tevdigere. Ger Mehmet Çakas radestî Tirkiyeyê bê kirin wê were girtin.”
Petra Onnen destnîşan kir ku çalakvana antîfaşîst Maja di şert û mercên dermirovî de tê girtin ev meheke li Macaristanê di greva birçîbûnê de ye. Petra Onnen diyar kir ku Elmanya bi radestkirinên siyasî yên bi vî rengî mafên mirovan binpê dike û wiha pêde çû:
"Em bang li her kesî dikin ku vê durûtiyê eşkere bikin û ji bo rûmeta mirovahiyê, edalet û aştiyê têbikoşin. Ji Mehmet Çakas re azadî! Ji Abdullah Ocalan re azadî! Ji Maja û hemû girtiyên siyasî re azadî! Û ji Kurdistanê re aştî!"
'EM DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3’YEMÎN DE NE, LÊ HÊVÎ HEYE'
Endamek din a komê Rebecca Alpers jî bal kişand ser rewşa şer a cîhanê û anî ziman ku ramanên Rêber Apo ji bo hemû gelên cîhanê alternatîfekê pêşkêş dike û wiha axivî:
"Em niha di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne. Em vê yekê li Xezeyê, li Îranê, li Sûriyeyê, di êrîşên Tirkiyeyê de dibînin. Lê hêvî jî heye. Fikra Konfederalîzma Demokratîk û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan - ev hemû nêzîkatî - dikare me ji van şeran rizgar bike."
Rebecca Alpers destnîşan kir ku ev paradîgma ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî rêyek azadiyê nîşan dide û ev bang kir:
“Lê hewceyiya me hemûyan pê heye. Divê em rabin ser piyan û van ramanan di dilê xwe de hilgirin. Bê guman jin û ciwan pêşengiya vê guhertinê dikin. Ji ber vê yekê, em bang li jin û ciwanên li çaraliyê cîhanê dikin: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan tevlî vê berxwedanê bibin. Ji ber ku em bi hev re dikarin wî azad bikin û cîhanê ji vê zilmê rizgar bikin.