Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyan a Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniyek hevpar a nivîskî piştgiriya banga dîrokî ya Rêber Apo kirin û daxwazên civaka Elewiyan parvekirin.
Daxuyaniya hevpar a FEDA û DAKB’ê wiha ye:
"Îro, em li Tirkiyeyê dikevin qonaxek dîrokî. Bi daxuyaniya Birêz Abdullah Ocalan a di 19'ê Hezîrana 2025'an de, serdemeke nû a bi navê 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dest pê kir. Danîna çekan, bilindkirina siyaseta demokratîk, avakirina aştiya civakî û xurtkirina pir rengiyê ji bo hemû gelan û baweriya civakan, hêviyek daye avakirin.
EV NÊZÎKATÎ MÎNA NIRXÊN ELEWIYAN E
Em piştgiriyê didin banga Birêz Ocalan a ji bo "rexne, pêşniyar û piştgirîyê”. Nêzîkatiya wî ya "Modernîteya Demokratîk" bi nirxên Elewîtiyê yên wekî piralî, wekhevî û aştiyane ne, berpirsiyariya civaka Elewiyan e ku ne tenê çavdêriya vê pêvajoyê bikin, lê di heman demê de beşdar bibin.
Di dîrokê de, hatiye dîtin ku Elewîtî li dijî kîn, cudakarî û şer rawestiyaye û bûye parazvanê aştî, edalet û wekheviyê. Ev rêya ku mêr û jinê wek “ruh” dibîne, bi heskirî nêzî xweza û mirovahiyê dibe û qet zirarê nade pelekê jî û parêzvaniya aştiyê dike. Elewîtî bi xwe aştî ye.
Weke gotina, 'Qencî baş e' di civaka Elewiyan de cîh bûye, têgihîştina 'Aştî baş e' bingeha jiyana Elewiyan e. Li ku derê aştî hebe, jiyan jî heye û li ku derê aştî hebe, mirovahî jî heye.
Divê di civaka baweriya 'Rêya Heq' de helwesta ji bo aşitiyê bi zelalî, biryardarî, israrî û mezintir nîşan bide. Em aşitiyê ne wek bijareyekê, wek bingeha jiyanî digrin dest.
Elewîtî rêyeke qedîm e ku wekheviyê ji bo xweza, mirovahî û hemû zindiyan diparêze û li dijî şer û kînê radiweste. Me ji bo vê serî li vê rêyê daye.
Em weke Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyan a Demokratîk (DAKB) li pişt banga dîrokîne û piştgiriya wê dikin.
Em dixwazin çek bêdeng bibin, deng û siyaset biaxivin.
Em vê jî bi eşkereyî dipirsin: Li vî welatî Elewî hene yan nînin? Hûn baweriya me nas dikin?
DAXWAZÊN CIVAKA ELEWIYAN
Eger aştî mayîn de be divê daxwazên me jî werin bi cih anîn.
* Divê Qanûna Tekke û Zaviyan ku astengiyeke mezin li pêşiya aştîya civakî ye, bê betalkirin.
* Divê malacemê, mizgeft, dêr û sinagog wekî cihên wekhev ên îbadetê bi destûrî werin garantîkirin.
* Divê cemevî wekî cihên îbadetê yên wekhev bi mizgeft, dêr û sînagogan bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
* Divî dawî li pêkanîna darê zorê ya dersên ol bêne; dive wekhevî di nava baweriyan de bê avakirin.
* Karûbarên olî divê ne dibin kontrola dewletê de be, divê civak bi xwe karûbarên xwe yên baweriyê bi rêve bibin.
* Divê destûreke azadîxwaz a ku ji hemû bawerî, nasname û civakan re bi wekhevî nêzîk bibe, bê avakirin.
* Aştî tenê bi hemwelatiya wekhev, naskirina baweriyan û misogerkirina daxwazên bi destûra bingehîn mimkun e.
Em careke din bi dengekî bilind dibêjin: Werin em hemû bi aştiyê bersiva vê bangê bidin. Aştî pêdiviya herî rastîn a vî welatî ye."