FEDA û DAKB'ê Elîşêr û hevjîna wî Zerîfe bi bîranîn
Federasyona Demokratîk a Aleviyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Alevî ya Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniyek nivîskî, salvegera 88'an a şehîdkirina Elîşêr û hevjîna wî Zerîfe xanim bi bîr anîn.
Federasyona Demokratîk a Aleviyan (FEDA) û Yekîtiya Jinên Alevî ya Demokratîk (DAKB) bi daxuyaniyek nivîskî, salvegera 88'an a şehîdkirina Elîşêr û hevjîna wî Zerîfe xanim bi bîr anîn.
FEDA û DAKB diyar kir ku di demê serhildana 1937'an Dersîmê de yek jî rojên herî bi êş û dîrokî hat jiyandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îro salvegera 88'an a du kesayêtên qedir giran; Elîşêr û hevjîna wî Zerîfe xanimê ye ku wan di dîroka berxwedana gelê Kurd de şopek jênebir û bêhempa li pişt xwe hiştine.”
Di daxuyaniyê de hat destşînakirin ku ew herdu; tenê hevjîn, di heman demî de nîşaneya wijdana gel, wekhevî, azadî û rûmetê bûn. Em berxwedana wan ya bo rûmeta mirovahiyê bi rêzdarî û spasdarî silav dikin.
Daxuyanî wiha dom kir: “Elîşêr wek parazvanê mafên rewa yê gelê Kurd, pêşengîya serhildana Koçgirî a di 1920'an de dikir. Zerîfe jî ne tenê hevjîna wî, wekheva jiyana wî bû. Bi nasnameya xwe ya jinê, li pêşîya berxwadanê cîh girt û bû yêk jî pêşenga tevgera jinên Kurd. Piştî ku raperîna Koçgirîyê hat tapisandin, berê xwe dan aliyê Dersîmê. Ew di operasyona sala 1937'an de ku bo qirkirina gel hatibû destpêkirin, bûn armanca destpêkê.
Elîşêr û Zerîfê Xanim, di 9'ê Tîrmeha 1937'an de, ji aliyê xiyanetkarê kirveyê xwe Zeynel ve ku bi dewletê re hevkarî kiribû, rastî kemînê hatin. Tevî berxwedanek mezin ew hatin qetilkirin û serê wan hate jê kirin û bo dewletê birin. Cihê cenazeyên wan hîn jî wek "sira dewletê" tê veşartîn. Ev sûçê giran ne tenê li dijî du kesan li hember îradeya gelekî, bîra gelekî hatiye kirin.
Em wek Federasyona Demokratîk a Aleviyan û Yekîtiya Jinên Alevî ya Demokratîk, di şexsê Elîşêr Efedî û Zerîfe Xanimê de şehîdên Kurdistanê ku di her qêlîya dîrokê de berxwedane bi rêzdarî û heskirî bibîrtînin û spasdarên wan e. Em xwedî li sekna wan ya bi rûmet derdikevin û hevrûbûna paşerojê û heqîqetê berpirsyariya me hemûyan e.”