Gergerlîoglû yê bi zorê li Meclîsê hate destgîrkirin, serbest hate berdan

Omer Farûk Gergerlîoglû ku li Meclîsê bi zorê hate destgîrkirin, serbest hate berdan.

Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku wekîltiya wî hate desteserkirin, di roja 5'an a 'Nobeda Edaletê' de li Meclîsê bi zorê hatibû destgîrkirin.

Gergerlîoglû li Qereqola Polîsan a li Kavaklidereyê demekê hate ragirtin piştre hate berdan. Gergerlîoglû serê sibehê dema ku ji odeya lê razayîbû ji bo destbêjê çû lavaboyê, ji aliyê bi sedan polîsên ku ketibûn meclîsê hatibû destgîrkirin. Gergerlîoglû bi eşofman ji lavabo hatibû derxistin û destgîrkirin.

Gergerlîoglû hîn jî li qereqolê ye. Dema ku Gergerlîoglû îfade dida parlamenterên HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, Erol Katircioglû û Fîlîz Kerestecîoglû li ber qereqolê bûn.