Li Cizîr, AgirÎ û Dîlokê Newroz hate pîrozkirin

Li Cizîr, AgirÎ û Dîlokê bi tevlêbûna deh hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin.

CIZÎR

Bi deh hezaran şêniyên Cizîra Botanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ji serê sibê ve berê xwe dan qada Newozê ya Tesîsên Banê Xanê ya taxa Konakê. Di pîrozbahiya Newrozê de Berdevka Meclîsa Jinan û Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Beriya axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin.   

 Başaran, di axaftina xwe de anî ziman ku li Cizîrê ev demek dirêje amadekariyên Newrozê tên kirin û wiha got: “Dixwazin Newrozê li Cizîrê qedexe bikin. Lê bele kes nikare pîrozbahiyên me asteng bike. Cizîr warê Newrozê ye. Îro bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûye. Pêşî û paşiya qadê tijî ye. Îro Newroza Cizîrê ji êrîşên îktîdarê re bû bersivek mezin.”

 Başaran, bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên li dijî partiya me tu carî bi dawî nebûne. Cizîra Botan êş û elemen herî giran dîtin. Li Cizîrê malên me hilweşandin û bi dehan hevalên me di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Dema ku êrîş dikirin digotin ‘em ê Cizîrê têk bibin. Ji 2015’an vir de siyaseta şer, tunekirin û hovîtî li hemberê me tê meşandin. Tevî hevşaredarên me û parlamenterên me gelek siyasetmedar di girtîgehê de ne. Her roj li hemberê me astengiyan derdixin. Bi êrîşên ku pêk tînin naxwazin siyaseteke demokratik pêk were. Dijmin dibêje Gelê Kurd û mafê wî tune ye. Şaredariyên me dagir kirinn û dixwazin vîna me tune bikin. Tevî van hemû êrîşan îro dibêjin ‘em ê HDP’ê bigirin. 600 siyasetmedar jî wê nikaribin siyasetê bikin." Gelê me dê bersivê bide van gotinan. Bi hezaran ji gele me îro amade ne ji bo xwedî li HDP’ê derbikevin, siyasetê û rêvebiriyê bikin. Tu kes nikare HDP’ê bigire. Îro bersiva herî mezin em ji Cizîrê dişinin Enqerê. HDP gel e. HDP jin e. HDP sembola dayikên laçik spî ye û ji bo azadiyê li berxwe dide. HDP ciwan û zarok e. HDP pêşeroja zarokan e. Hikûmet nikare partiya me di nav civakê de tune bike. Ji Parlamenterê me Omer Faruk Gergerlîoglu  re ceza birîn. Piştî ceza gotin em wekîltiya wî dixin. Ev îktîdar bi darbe û êrîşan li ser niga ye. Îktîdar ji ber ku bêhêz maye îro êrîş dike.”

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI ZINDANAN

Başaran, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha rêz kir: “Dema çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di girtîgehan de hat destpêkirin şûnde di 5’ê Nîsana 2019’an hevdîtin pêk hat. Herê dawî jî bi rêya telefonê bi birêz Ocalan re hevdîtin hatibû kirin. Îro di derbarê tendûristiya birêz Ocalan de li ser medyaya civakî parvekirin hatin kirin. Ev 23 sal in li ser birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Bi awayek bêhiqûqî nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em wek Gele Kurd bang îktîdara AKP’ê dikin ku demildest tecrîd bê rakirin. Tecrît tundiya  li jinê ye. Tecrît têkçûyîna aboriyê ye. Ji ber vê yekê divê demildest hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin. Jin jiyan e jiyanê diparêze. Jin jiyanê diafirîne. Îktîdar dijiminê xweza, aştiyê û jinê ye. Her roj jin ji aliye meran û îktîdarê ve tên qetilkirin. Jinên ku li ber xwe didin jî rehin digirin û dikin girtîgehan. Hevalên me îro di girtîgehê de jî li berxwe didin. Wekî ku hevala me Leyla Gûven got ‘an li derve an hindir dê têkoşîna me berdewam bike.’ 115 rojin di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Daxwaza wan daxwaziya me û gelê Kurd e.”

Başaran, di dawiya axaftina xwe de Newroza hemû gelan û girtiyên di girtîgehan de pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Newroza Sabahat Tuncel, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û gelek jinên girtî pîroz dikim. Em ê di sala 2022’an de bi hevalên xwe yên girtî re Newrozê pîroz bikin. Em ê di sala 2022’an de azadî aştiyê pêk bînin. Newroz pîroz be.”

Piştî axaftina Ayşe, girseyê dirûşmeyên “Şehît Namirin”, “PKK Gel e, gel li vir e”, “HDP Gel e, gel li vir e”, “Jin Jiyan Azadî” û ”Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Mîtîng, bi stranên hûnermendan berdewam kir. Piştî stranan mîtîng bi tilîlî û çepikan û bi meşê bi dawî bû. 

AGIRÎ

Pîrozbahiya Newrozê ku li Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesî li Stadyûma bajar pêk hat, bi dawî bû. Li qada Newrozê pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” hat daleqandin û dûrişmeyên mîna “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana me ya zindanan” , “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Girseya li qadê deqe bi deqe mezin bû û ji bajarên derdorê jî gelek kes tevlî Newrozê bûn. Coşa girseyê bi hatina Hevşaredarê berê yê bajar siyasetmedar Sirri Sakik re derket asta herî jor. 

Pîrozbahiyê bi axaftina Hevserokê HDP’ê yê Bajar Cemal Akar dest pê kir. Akar, diyar kir ku Newroz mizginiya germbûn, berxwedan, aştî, biratî û wekheviyê ye. Piştî Akar Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî axivî û Newroza gelê Agiriyê pîroz kir. Taşdemîr, bertek nîşanî doznameya ku derbarê girtina partiya wan de hatiye amedekirin da û diyar kir ku 6 sal in ji bo girtina partiya wan helwdan hene û wan di paş de gav neavêtiye û wiha got: “We di 94’an de DEP’ê û bi dehan siyasetmedar girtin.  Lê çibû Sirri Sakik ku wê demê li zindanan bû niha li vir e û di dilê Agiriyan de ye. Hûn  qedexê bînin çî ye? Em bi milyonan e.”

Piştî Taşdemîr Sirri Sakik axivî. Sakik, salên xwe yên şaredariyê yên li Agirê bi bîr xist û ku diyar kir ku weke çavê xwe li Agiriyê nêriye lê  6 sal ceza lê birîne û wiha got: “Em diziya şaredariyên AKP’ê û qeyûman baş dizanin. Em ji cezayan natirsin. Em dizanin ku zindan çi ne. Lê serî qet ji neheqiyê re danaynin. Girtina partiyê ne çare ye. Heke ev çare bûna îro HDP nedibû partiya sêyemîn a Tirkiyeyê. Bila sibê hilbijartin bibe heke HDP li Agiriyê her çar parlamenteran jî negire ez ê dev ji siyasetê berdim. Hevparê biçûk ê desthilatê ku bûye belaya serê welat û tilî ji herkesî re dihejîne. We qet Bahçelî li cihekî dîtiye? Na. Lewre dostên wî tunene. Li Enqerê rûndinê û neyartiya gel dike û herkesî dike xayîn. Di rastiyê de divê Dadgeha Bilind li dijî MHP’ê doza girtinê veke û wê bigire.”

Piştî axaftinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Sirri Sakik agirê Newrozê pêxistin. Bi govend gernadina welatiyan a dora agir re bernameya Newrozê li Agiriyê bi dawî bû.  

DÎLOK

Gelê Dîlokê li qada nêzî Otobusên Tûran a Navçeya Şehitkamîlê Newroz pîroz kir. Girse di saetên serê sibê de li qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Piştî bernameya Newrozê dest pê kir qad tijî bû. Berdevka HDP'ê û parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay, parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî tev li pîrozbahiyê bûn. Girsê qad bi alên HDP'ê xemiladin û Pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi serbikevin" vekirin. Bi hezaran kesên daketin qadê bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana", "Zext nikare me têk bibe " û "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin. Jinan bi cilên xwe yên teweyî qad xemilandin. Girsê li ber stranan govend gerandin û Newroz pîroz kirin. 

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, anî ziman ku îqtîdara AKP-MHP'ê êrîşên li dijî gelê Kurd berdewam dike û wiha got: "Hemû çavkaniyên Tirkiye li şer xerc dike. Şer xizanî, kuştin û nijadperestî ye. Di peymana Stenbolê de ji şaşiyek kirin. Hesab nekirin ku dê gotina dawî jin bêjin. Em jin dê li her derê piştevaniyê xurt bikin. Em ê li Peymana Stenbolê xwedî derkevin. Em serî natewînin." 

Gunay, li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rawestiya û wiha got: "Li girtîgehan bi hezaran hevalên me li diji tecrîdê di grevê de ne. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em hezar silavî ji wan re dişînin. Tecrîd israra mirinê ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê em di aştiyê de israr bikin. Em ê azadi û edaletê bînin vî welatî. Faşîzma AKP'e kûr dike. Ji ber ku dizanin Ocalan navnîşana aştî û azadiyê ye. Hezar silav ji wî re." 

Piştre pîrozbahî bi stranên Metin Kemal Kahraman bi dawî bû.