HBDH'ê Newroz pîroz kir
Komîteya Rêveber a HBDH'ê cejna Newrozê pîroz kir û di Newroza 2021'ê de şerê navbera serdest û bindestan giran bûye.
Komîteya Rêveber a HBDH'ê cejna Newrozê pîroz kir û di Newroza 2021'ê de şerê navbera serdest û bindestan giran bûye.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya Newrozê peyamek weşand. Di peyamê de hate destnîşankirin ku hêvî, têkoşîn û serketin bi qasî tîna agirê Newrozê rasteqîn e û ji bo mezinkirina pêngava şoreşgerî bang kir.
Di daxuyaniyê de işaret bi şerê navbera tevgera azadiyê û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hate kirin û hate gotin, "Di vî şerî de rêyeke navberê nîne. Ya faşîzm wê hukmê xwe dewam bike yan jî wê têkoşîna şoreşê ya yekbûyî vî hukmî pûç bike û azadî û serketinê misoger bike. Di Newroza 2021'ê de em di serdemeke welê de ne ku şerê navbera serdest û bindestan, berxwedêr û teslîmkaran giran bûye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku desthialtdariya AKP-MHP'ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran dike, di şexsê Ocalan de dixwaze zincîrê li gelê Kurd bixe û hate gotin, "Bi planên tunekirinê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan hesabê wê dikin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîna gelê Kurd a azadiyê bitepisîne. Heta ku gelê Kurd azad nebe gelên Tirkiyeyê azad nabin, rêya şoreşa Tirkiyeyê venabe. Hêzên şoreşa yekbûyî divê li her qadê û di her astê de têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd xurt bikin.
Agirê Newrozê yê îsal bi serkatina Garê geş bûye. Agirê destpêkê li Garê hatibû pêxistin, Newroz bi vî rengî hatibû pêşwazîkirin. Ev agir niha jî li heman cihî geş bûye. Li kolanan, li febrîqeyan, li meydanan, li şikeftan li her bihosta xaka welêt agirê Newrozê geş dibe. Agirê Newrozê tirsa ku faşîzm afirandiye dişewitîne. Her agirê tê pêxistin agirê din geş dike. Hêvî, têkoşîn û serketin bi qasî tîna agirê Newrozê rasteqîn e."