Şehîdê Newrozê Kurtkut hate bibîranîn
Kemal Kurkut ku Newroza 2017'an li Amedê bi destê polîsên Tirk hatî qetilkirin, li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn.
Kemal Kurkut ku Newroza 2017'an li Amedê bi destê polîsên Tirk hatî qetilkirin, li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn.
Xwendekarê pola duyan a Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut Newroza 2017'an ve ji hêla polîsên Tirk ên dagirker ve li naverastê hate qetilkirin.
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka DPB'ê Keskîn Bayindir û parlamenter jî di nav de gelek kesan Kurkut bi bîr anîn.
Sancar got, ''Beriya bi çar salan bedena xortekî li erdê rast bû. Bi kelecanî û kêfxweşiyê hat, gule di bedena wî ya tazî de çandin, her kesî ew cinayet dît. Ew gul li aştiyê hatibûn reşandin. Dema ku rih jê diçû jî bi bi keneke zindî bû. Kenê wî di nav jiyana me de ye.''
Sancar her wiha got, ''Bicihanîna daxwazên wî peywira me ye. Ên ku ew qetil kirin hê hesab nedane. Ez vê bêdadiyê li vir careke dî aşkere dikim. Rehet rakeve, rojên ku te xeyala wê dikir we werin, em ji bo vê hene.''