Beşdarên Newrozê: Di vê demê de divê em li qadan li ber xwe bidin
Beşdarên pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê gotin, "Ji bo HDP'ê, ji bo partiya xwe divê em li qadan bin, li ber xwe bidin. Divê em berxwedana herî mezin a demên dawî nîşan bidin."
Beşdarên pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê gotin, "Ji bo HDP'ê, ji bo partiya xwe divê em li qadan bin, li ber xwe bidin. Divê em berxwedana herî mezin a demên dawî nîşan bidin."
Beşdarên pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê gotin, "Em ne tenê ji bo pîrozkirina cejna neteweyî li hev kom bûn, di heman demê de ji bo rabûna li ber siyaseta qirêj li vir in. Gel divê li qadan be. Girîng e ev pêvajo baş bê nirxandin, ji bo partiya xwe HDP'ê em li qadan bin. Em hilbijêrên têgihiştî ne. Ew ji me ditirsin."
HDP'î ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî îradeya wan e û ya ji bo wan esasî ew e ku li ber xwe bidin.
'DEWLETA ÇETEBÛYÎ'
Ahmet Çavûr got, "Tirkiye êdî veguheriye dewleteke çete" û wiha dewam kir, "Ev êrişên li dijî partiya me nû nînin, ji ber vê yekê divê em gel bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Em ciwan divê pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin. Eger navnîşan kolan be divê em li kolanan bin. Siyaseta Tirkiyeyê HDP ye. HDP nebe li vî welatî siyaset nabe."
'JI BO LI BER VÊ SIYASETA QIRÊJ RABIM, EZ LI VIR IM'
Behiye Tûnç jî diyar kir ku girtina HDP'ê wê were wateya tunebûna siyaseta li Tirkiyeyê û got, "Îradeya bi milyonan mirovî mijara gotinê ye. Ya ku dixwazin bikin girtina partiyekê nîne, nedîtina îradeya Kurdan e. Em ne partiyeke tabela ne. Ne partiya destpêkê ye ku Kurd dengê xwe didin. Çawa ku partiyên din jî xwestin bigirin û girtin û me îradeya xwe nîşan dan, em ê careke din îradeya xwe nîqaş bidin."
Behiye Tûnç anî ziman ku ne tenê ji bo pîrozkirina cejna neteweyî, her wiha ji bo rabûna li ber vê siyaseta qirêj ew tevlî çalakiyê bûye û got, "Divê em mirovên ku me dengê xwe dane wan bi tenê nehêlin. Divê em li kolan û qadan xwedî li îradeya xwe derkevin: Roj ev roj e, roja berxwedanê ye."
'QAD Û KOLAN ÊN ME NE'
Mehmet Yavûz destnîşan kir ku ew heta dawiyê bi HDP'ê re ye û got, "Gotina 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' tenê dirûşm nîne" û wiha dewam kir, "Ev yek ji bo me şêweyekî jiyanê ye."
Mehmet Yavûz baweriya xwe ya bi serketinê anî ziman û got, "Dixwazim bang li ciwanan bikim: Qad û kolan ê me ne. Em bi hev re li ber vê êrişa li dijî îradeya xwe rabin. Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin. Em ê nebin koleyê vê desthilatdariyê."
'DAYIKÊN KURD DIVÊ HÎN BI XURTÎ XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
Emîne Yaşar a ku bi neviyên xwe tevlî pîrozbahiyê bû got, "Ji 7 heta 70 salî Kurd li ser piyan e. Me serî hildane." Emîne Yaşar diyar kir ku Kurd Kurdên berê nîne û got, "Eger partiya me bigirin, em ê dengê xwe bidin partiyeke nû bê avakirin. Ev ne mesele ye. Mesele ew e ku êrişî îradeya me dikin. Em dayikên Kurd divê xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin. Divê gel li qadan be. Divê em vê pêvajoyê baş binirxînin."
'ZAROKATIYA ME LI VAN QADAN DERBAS BÛ'
Ayşegul Înan jî bi bîr xist ku ji ber valakirina gundan û talankirinê, bi deh hezaran Kurd neçar man koçî Stenbolê bikin û destnîşan kir ku îro ew li vê qadê dirûşma berxwedanê diqîrin.
Ayşegul Înan destnîşan kir ku zarokatiya wan li qadan derbas bû, bal kişand ser tecrîdê û got, "Divê herî zêde em balê bikişînin ser vê yekê. Kiyarên dema dawî hemû encama tecrîda li Îmraliyê ye."