ROJANE
Hemû Nûçe
-
Îsyan Kaya: Em ê li dijî qanûna poşmanî û ferzkirina mikurhatinê li ber xwe bidin
Îsyan Kaya lı ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'î daxuyanî da, diyar kir, bi qanûna nû ya ku hatiye hazirkirin, bi gefa ku wê neyên berdan dixwazin poşmanî û mikurhatinê li wan ferz bikin û got li dijî vê qanûnê ew ê li ber xwe bidin. -
Abdullah Ocalan: Ev gelekî xetere ye, ti carî nayê qebûlkirin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku roja Pêncşemê bi birayê xwe re ji bo demeke kurt axivî, diyar kir ku axaftineke bi vî rengî gelekî şaş û xetere ye. Ocalan got, "Eger hevdîtin wê bê kirin divê bi parêzeran re be." -
ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Rûniştina doza Dayikên Şemiyê taloqî 12’ê Tîrmehê kirin
Di parastina rûniştina doza yekem a derbarê 46 kesan de ku di êrîşa polîsan a li ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’î de hatibûn destgîrkirin, hatibû vekirin, hate gotin ku qedexekirina çalakiyê li derveyî hiqûqê ye. -
Li Zanîngeha Bogazîçiyê 12 xwendekar hatin destgîrkirin, berxwedan didome
Xwendekaran dema ku li dijî rektorê qeyyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû çalakiya protestoyê dikirin, polîsan êrîşî xwendekaran kir. 12 xwendekar hatin destgîrkirin û berxwedana xwendekaran didome. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re daxuyanî da
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: “Ji bo malbata Birêz Abdullah Ocalan mafê xwe yê telefonê bikar bîne ji bo dozgeriyê hatiye vexwendin. Hevdîtin hate qutkirin.” -
HDP’ê têkildarî Gergerlîoglû gilî li dozgerê Enqerê kir
Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê derbarê dozgerê ku ferman da Omer Farûk Gererlîoglû yê parlementeriya wî hate betalkirin û biryara destgîrkirina wî ya li Meclîsê da, gilî kir. -
HDP'ê derheqê Dozgerê ku biryara destgîrkirina Gergerlîoglu da serî li HSK'ê da
Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê derhqê Dozger Ersoy Yildiz ku biryara destgîrkirina Omer Gergerlîgolu da serî li HSK'ê da. -
Jinên Tîrêjên Rojê dijî tecrîdê çalakî kirin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî cihên faşîstên AKP-MHP'ê çalakî kirin. -
Ji bo Rêberê Gelê Kurd 3 serlêdanên nû hatin kirin
Ji bo karibe bi lez hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin, malbat, parêzer û wasiyê wî serlêdanên nû kirin. -
Prof. Paech: Ewlekariya jiyanê ya Abdullah Ocalan nebe, nabe
Pisporê siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech destnîşan kir ku ewlekariya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye û got, "Tiştek bê serê Abdullah Ocalan wê li herêmê bibe sedema felaketê." -
Yekîtiya Ewropa wê heta meha Hezîranê Tirkiyeyê bişopîne
27 welatên Yekîtiya Ewropayê, ji ber jirêderketina otorîteriyê, Tirkiyeyê heta meha Hezîranê dixe bin çavdêriyê. -
Dayikên Aştiyê: Berxwedana me ya aştiyê, hêviya me ya aştiyê ye
Dayikên Aştiyê yên ku piştî 'Pêvajoya Diyalogê' qediyayî li Dolmabahçayê çalakiya rûniştinê kirin, gotin di ser şerê nû re 6 sal derbas bûn lê dîsa jî berxwedan û hêviya wan a aştiyê heye. -
Va ye Tîma Kuştinê ya Tirk a li Ewropayê
Tîma Kuştinê ya Tirk, dema amadekarî dikir ku sûîqestê li Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bike, hate kifşkirin. Wêneyên van kujeran ên li Qesra Erdogan û Sefaretxaneya Bilind a li Parîsê kişandî eşkere bûn. -
ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Malpera Ajansa Nûçe Ciwan careke din hate sansurkirin
Malpera Ajansa Nûçe Ciwan (Ajansa Nûçeyan a Ciwanan) careke din hate sansur kirin. -
Li Antalyayê 5 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Antalyayê girtin ser malan û 5 kes bi hinceta di pîrozbahiyekê de dirûşme berz kirine, destgîr kirin. -
Divê zextên li girtiyên li girtîgeha Tarsûsê werin bidawîkirin
Koordînasyona Çavdêriyê ya Girtîgeha Mêrsînê diyar kir ku divê zextên li ser girtiyên li Girtîgaha Girtî ya Kampusa Tarsûsê girtî di greva birçîbûnê de ne, bi dawî bibin û daxwazên wan werin qebûlkirin. -
Lêkolîna doza girtina HDP’ê 31’ê Adarê destpê dike
AYM, wê lêkolîna ewilê ya doza girtina HDP’ê 31’ê Adarê bide destpêkirin. -
Girtîgeha Tîpa E'yê ya Sparta lê nayê jiyîn
Parêzer Cengiz Akkaya li dijî gavên kêfî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Spartayê helwest nîşan da û got, ''Lê nayê jiyîn.'' -
KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kesan Îmrali nîşan dan
KCD, DBP, TJA û HDP’ê diyar kir ku bi milyonan kesan Îmrali nîşan dane û peyam dan ku wê bi ruhê Newrozê têkoşînê geş bikin. -
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li Amedê çalakî
Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku çalakiyê bike, li ser astengiya polîsan çalakgeran çalakiya rûniştinê kirin. -
15 sal ceza ji bo Ensarîoglu hate xwestin
Ji bo Hevşaredara Egîlê ku dewleta Tirk peywira wê bi darê zorê jê stand, 15 sal ceza tê xwestin. -
Li Mexmûrê nêzî 100 roj in greva birçîbûnê heye
Li kampa penaberan a Mexmûrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 97'an de ye. -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd daxwaza 'hevdîtina lezgîn' kirin
Ji bo hevdîtina lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parêzeran dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.