Çapemeniya Cîhanê: Ji Rêberê dîrokî, banga dîrokî

Banga bi dîmen a Rêber Apo, di çapemeniya cîhanê de bi awayek berfireh cîh girt. Dezgehên çapemeniyê bal kişandin ser rola girîng a Rêber Apo ya di Berxwedana Azadiya Kurd de û armanca ji bo veguherîna siyaseta demokratîk hildan dest.

PEYAMA RÊBER APO

Rêber Apo piştî banga xwe ya 27ê Sibatê a “Aştî û Civakeke Demokratîk” a dîrokî îro peyamek dîtbarî derbarê pêvajoya ku pêşengiya wê dike, şand. Vîdeoya dîrokî a peyama Rêber Apo ku ajansa me parve kir, di çapemeniya cîhanê de deng veda.

L’ORIENT-LE JOUR: PKK VEDİGUHERE PARTIYEK SIYASÎ

Rojnameya L’Orient-Le Jour ku navenda wê li Lubnanê ye, banga dîrokî bi sernivîsa “Lîderê PKK soza ku wê ‘demildest’ dest ji çekan were berdan da” ragihand e şopînerên xwe. Rojnameya ku bi gotinên “Gerîlayên Kurd  PKK, bi pêşengiya Lîderê Abdullah Ocalan, di rêya li Tirkiyeyê partiyek siyasî derxe hatiye qonaxeke dîrokî” parvekir û di berdevamiyê de banga dîrokî a Rêber Apo ku di ANFê de hatibû parvekirin, bi berfireh hat weşandin. Orient-Le Jour bal kişand temenê û girtîbûna 26 salan a Rêber Apo û diyar kir ku hin jî ew yek ji kesayetên girîng ê Tevgera Azadiya Kurd e. Rojnaeyê tekez kir ku Rêber Apo bi israr ji qonaxa têkoşîna çekdarî derbasî qonaxa demokrasî û serweriya hiqûqê bibe.

RFI: JI TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ BER BI QONAXA DEMOKRATÎK VE

Radyoya Fransî Radio France Inter (RFI) di rapora xwe de cîh da banga dîrokî û Rêber Apo wekî damezrîner û rêberê dîrokî yê PKK’ê bi nav kir. Radyoyê destnîşan kir ku Rêber Apo hewl dide ji têkoşîna çekdarî biguhezîne qonaxek demokratîk û serweriya hiqûqê.

LE FIGARO: GAVÊN SIYASÎ PÊWÎST IN

Rojnameya pêşeng a Fransî Le Figaro banga dîrokî bi sernivîsa "Lîderê PKK’ê soza bêçekbûnê dide" ji xwendevanên xwe re ragihand. Le Figaro nûçeya ajansa me bi hûrgilî pêşkêş kir, banga dîrokî ya Rêber Apo bi van hevokan ji xwendevanên xwe re ragihand: "Ev veguherînek bi dilxwazî ji qonaxa şerê çekdarî ber bi qonaxa demokrasî û serweriya hiqûqê ye. (...) Prosedûrên bêçekbûnê wê bi lez werin destnîşankirin û bicîhkirin.”

Rojnameyê banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya gavên siyasî yên ku divê dewleta Tirk ji bo serkeftina pêvajoyê gav bavêje.

EL JAZEERA: VEGUHASTINA BO SIYASETA DEMOKRATÎK

El Jezeera jî ev bangewaziya dîrokî bi vê daxuyaniyê ji xwendevanên xwe re ragihand: "Abdullah Ocalan bidawîbûna têkoşîna çekdarî ya PKK’ê li dijî Tirkiyeyê ragihand û banga veguherîna bo siyaseta demokratîk kir.”

BBC: JI LÎDERÊ PKK'Ê PEYAMA DÎTBARÎ

BBC jî banga Rêber Apo bi sernivîsa "Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 25 salan yekem daxuyaniya xwe ya dîtbarî pêşkêş kir. Di nûçeyê de girîngiya Rêber Apo ya li ser têkoşîna bêçek û siyaseta demokratîk hate destnîşankirin.

 

REUTERS: BANGA JI BO DERBASBÛNA SİYASETA DEMOKRATİK

 

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ev nûçe bi vê gotinê ji xwendevanên xwe re ragihand, "Lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ê ku girtî ye, bi vîdeo ku şand dawî li têkoşîna çekdarî ya rêxistinê a li dijî Tirkiyeyê anî û daxwaza veguherînek tevahî a bo siyaseta demokratîk kir.” 

 

Di nûçeyê de her wiha daxuyaniyên Rêber Apo yên di bangê de cih girtin û wiha domnd: "Qonaxa têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Ev ne windahiyek e, lê destkeftiyek dîrokî ye... Divê qonaxa têkoşîna çekdarî êdî bi dilxwazî cihê xwe bide qonaxa siyaseta demokratîk û hiqûqê.”

 

Di heman demê de, gelek dezgehên medyayê yên navneteweyî û neteweyî ev banga dîrokî di sernavên xwe de weşandin, û bal kişandin ser armanca Rêber Apo ya veguherîna ji têkoşîna çekdarî bo siyasetek bi tevahî demokratîk.