ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Parêzerê Abdullah Ocalan Bîlmez: Em bi xwe dixwazin muwekîlê xwe bibînîn
Parêzer Îbrahîm Bîlmez bersiv da daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya têkildarê îdeayên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî û got, "Em bi xwe dixwazin muwekîlê xwe bibînîn." -
Newroz wê li Stenbolê li Yenîkapiyê were pîroz kirin
Newroz wê 20’ê Adarê li Yenîkapi ya Stenbolê were pîroz kirin. -
Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
Dadgehê danişîna doza Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş taloqî 14’ê Nîsanê kir. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dogan Demîr ku li Skenderûnê di şer de şehîd bû piştî 6 mehan radestî malbata wî hate kirin. -
Komkujiyên Beyazit û Helebçeyê hati şermezarkirin: Me ji bîr nekir, efû nekir!
Bi banga Rêxistinên ciwanan û Hewldana 78'an, qurbaniyên komkujiyên Beyazit û Helebçeyê hatin bîranîn. -
Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar banga ‘çareseriya adilane û bernameya aştiyê’ li mûxalefetê kir û diyar kir ku divê xwedî li deklarasyona Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd were derketin. -
Divê bi lezgînî parêzer û malbat biçin hevdîtina Rêberê Gelê Kurd
Koordînasyona Saziyên Demokratîk derbarê îddîayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan û diyar kirin ku divê bi lezgînî parêzer û malbat biçin hevdîtina bi rêzdar Ocalan. -
Banga tevlêbûna li Newroza Stenbol û Izmîrê
Rêxistina Bajêr Stenbolê ya HDP'ê banga tevlêbûna li Newrozê kir, ku 20'ê Adarê li Yenîkapiyê wê were pîrozkirin, her wiha HDK, HDP û TJA'yê jî bang kir ku Newroz li Izmîrê wê li Meydana Gundogdu were pîrozkirin. -
Parêzeran dîsa serî lê dan: Divê tavilê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin!
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin bi lezgînî muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Kurdên li Torontoyê: Heta hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re em ê li qadan bin
Kurdên li Torontoyê ragihandin ku ew ji ber tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û gotin, "Heta ku hevdîtin bê kirin em ê li qadan bin." -
Hîn jî bersiv nedana serlêdana parêzerên Abdullah Ocalan
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe, hîn jî bêbersiv e. -
Omer Ocalan: Divê teqez hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk were
Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku ew ji ber tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in û daxwazname da Wezareta Edaletê. -
Li Antalyayê malbatek hate qetilkirin
Mûstafa Gîder ê li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê, piştî ku dayika xwe Gulsen Gîder, bavê xwe Mûzaffer Gîder û xwişka xwe Gamze Gîder bi çekê qetil kir, dawî li jiyana xwe anî. -
Înîsîyatîfa Gel a Kurdistanê: Heta ku bi Rêber Apo hevdîtin pêk were li her derê çalakî!
Înîsîyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir ku heta bi Rêber Apo hevdîtin pêk were û ew bi xwe daxuyaniyê bide, jin û ciwan di serî de bila gelê Kurd li her derê çalakiyan bike. -
ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
HDP’ê û Partiya Çep a Swêdê biryara ‘pêşxistina têkiliyan’ dan
Heyeta ku bi pêşengtiya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, bi serokê nû yê Partiya Çep a Swêd û derdorên din re civiyan. -
Girtiyê nexweş ê ku jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ê ku li Girtîgeha Afyonkarahîsarê tedawiya wî hatibûa astengkirin û jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî li Dihêya Sêrtê hate veşartin. -
Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê çalakiyeke sabotajê kirin
Milîsên Delal Amed ên HBDH’ê li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê çalakiyeke sabotajê kirin. -
KCDK-E'yê ji bo Rêberê Gelê Kurd banga lezgîn kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê destnîşan kir ku îdîayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên wan zêde kirine û bang li gelê Kurd û dostan kir ku bi lezgînî dakevin qadan, çalakiyan bikin. -
Ji bo hevdîtina lezgîn a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê hate dayîn
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber îddîayên li ser hesabên medyaya dîjîtal xwestin bi lezgînî bi muwekîlê re hevdîtinê bikin. -
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê tavilê têkilî bi Îmraliyê re bê danîn!
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê îdîayên ku ji doh bi şev ve têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, daxuyaniyek da. -
Kurdên li Rûsyayê li ber gefên li ser Şengalê rabûn
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê bi daxuyaniyekê, li ber êrişên li ser Şengalê rabûn. -
Yekîneya Tolhildanê li Akdenîz a Mersînê çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Salîh Kandal şehîdên xwerêveberiyê û berxwedana li zindana silav kir û li Akdenîz a Mersînê çalakî kir. -
KNK'ê şehîdên Helebçeyê bi bîr anî
KNK'ê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi daxuyaniyekê bi bîr anî.