Hevserokê FED-MED'ê Ahmet Kobanê têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo axivî. Kobanê anî ziman ku Rêber Apo ev 26 sal in, li Girtîgeha Îmraliyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ber xwe dide û got: "Ti carî wî tawîz neda. Tevî hemû zext, êşkenceya psîkolojîk û tecrîdê jî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd israr kir û qet paşde gav ne avêt."
Kobanê diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, azadiya gelê Kurd û civakê li ber xwe da û têkoşînek mezin da. Kobanê bilêv kir ku Rêber Apo ti carî azadiya xwe ya şexsî yan jî bi daxwazên xwe derneketiye pêş û wiha domand: "Lê gelê Kurd timî ji bo azadiya Rêber Apo têkoşiya. Rêber Apo timî azadiya xwe di azadiya civakê de didît.”
Kobanê destnîşan kir ku piştî 26 salan cara ewile em dengê Rêber Apo dibihîzin û wiha pêde çû: “Ev ji bo civaka Kurd kêfxweşiyek mezin e. Di heman demê de jî ev nîşan dide ku paradîgma û rêya çareseriya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ragihand, gihîştiye astek nû.
Weke FED-MED’ê em ê li eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê, bi hemû saziyên girêdayî xwe re bi civîn û bi çalakiyan piştgirî bidin vê pêvajoyê. Erkek dîrokî ye ku em vê pêvajoyê bi hişmendiyek civakî, bi piştevaniya rêxistinkirî û biryardar pêşve bibin.”