'Qibrisiyan gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd slav dike'
Yekîtiya Qibrisiyan doza girtina HDP'ê şermezar kir û got, ''Gelê Qibrisê û gelê Kurd tim êrîşa dewleta Tirk li ser heye. Lê gelê ku yek be ti caran nikare were têkbirin.''
Yekîtiya Qibrisiyan doza girtina HDP'ê şermezar kir û got, ''Gelê Qibrisê û gelê Kurd tim êrîşa dewleta Tirk li ser heye. Lê gelê ku yek be ti caran nikare were têkbirin.''
Yekîtiya Qibrisiyan têkilî doza girtina HDP'ê û ji wekîltiyê xistina wekîlê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîgolu daxuyaniyeke niviskî da.
Yekîtiya Qibrisiyan got, ''Têkiliya gelê Qibrisê û gelê Kurd ne tenê meseleya piştevaniya navnetewî ye, ev du netew qedera wan jî hevpar e'' û êrîşên Tirk ên li ser HDP'ê şermezar kir.
Bi berdewamî hate diyarkirin zext û zordariyên li ser gelê Kurd û têkoşîna wan nikarin wan serkut bikin û hate gotin, ''Tevgera siyasî ya Kurd, her dema ku êrîşa dewletî ya Tirk diçe ser qeyîmtir dibe.''
Yekîtiyê got, ''Dewleta Tirk ji roja ku hatî damezirandin û heta niha êrîşên xwe yên li ser Kurdan û Qibrisiyan domandiye. Kurd û gelê Qibrisê li pêşiya polîtîkayên Tirk ên xwedêgiravî 'Neo-Osmanî' bû bend.
Gelê ku yek be ti caran têk naçe. Bi vê çarçoweyê em cejan Newrozê ya gelê Kurd pîroz dikin, piştevaniya xwe diyar dikin.''