Çakir: Em wek CÎK’ê piştgiriya pêvajoya dîrokî dikin

Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Şevket Çakir got ku em xwe wek parçeyek banga aşitiyê ya Rêber Apo dibînin û em dê heya dawî piştgiriya vê pêvajoyê bikin.

Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mela Şevket Çakir diyar kir ku pêvajoya ku Rêber Apo pêşengiya wê dike hatiye asta hêviyek mezin. Çakir anî ziman ku ew ligel aştiyê ne û wiha got: “Ola Îslamê wiha ferman dike; eger derfetên aştiyê hebin piştgiriyê bikin û pêşiya mirina mirovan bigrin. Bi vê boneyê em li gel banga dîrokî ya aştiyê ne. Em piştgiriya aştiya mayînde ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn dikin. Piştî 26 salan me li dengê Rêber Apo û dîmenê wî temaşe kir. Vê di me de hêviyek mezin çêkir. Em hêvî dikin ku ev destê aştiyê yê xwişk-biratiyê, wekhevî û aştiyê yê hatiye dirêjkirin li hewayê nemîne. Em dixwazin aliyê dewletê jî bi dilxweşî nêzî vê pêvajoyê bibe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li gel bi sedsalan e li dijî Kurdan her cure zilm, sirgûn û polîtîkayên komkujiyê tên kirin, lê heta niha me li ber xwe daye û paş de gav neavêtiye. Berxwedan û têkoşîna me didome.

Em weke CÎK’ê piştgiriya vê pêvajoya dîrokî dikin. Banga Rêber Apo dîrokî ye. Ev banga dîrokî wê di rojên pêş de berfireh bibe. Divê êdî dewleta Tirk li hemberî ziman, çand û mafên bingehîn ên gelê Kurd hurmet be û bi awayek vekirî nas bike.”