ROJEVA 21'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê werin şopandin.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, 21'ê Adara 1982'an di dema hovîtiya zindana Amedê de bi pêxistina sê derbikên niftikê, kevneşopiya Newrozê da destpêkirin. Agirê Newrozê wê bi Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan geş bibûya.
Jinan li çar aliyên Tirkiyeyê, betalkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin. Peyama jinan jî wiha bû: Em biryarnameyê nas nakin.
Beşdarên pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê gotin, "Em ne tenê ji bo pîrozkirina cejna neteweyî li hev kom bûn, di heman demê de ji bo rabûna li ber siyaseta qirêj li vir in. Gel divê li qadan be. Girîng e ev pêvajo baş bê nirxandin, ji bo partiya xwe HDP'ê em li qadan bin. Em hilbijêrên têgihiştî ne. Ew ji me ditirsin."
SKB'ê vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê şermezar kir û got, "Têkoşîna jinê, hêza jinê kir ku Tirkiye mohra xwe biavêje binê vê peymanê. Bi milyonan jin wê li pêşberî vê biryara li dijî îradeya jinê bêdeng nemîne."
Yekîtiya Qibrisiyan doza girtina HDP'ê şermezar kir û got, "Gelê Qibrisê û gelê Kurd timî dibin hedefa êrişên dewleta Tirk. Lê belê gelê ku bûye yek ti carî têk naçe."