Li Rûsya û Swêdê coşa Newrozê

Li gelek bajarên Swêdê û li bajarê Saratov ê Rûsyayê, Kurdan tevî dostên xwe agirê Newrozê dadan.

GAVLE

Li bajarê Gavleyê, êvara Şemiyê bi konvoyeke ji wesayitan Kurdistanî ji ber Komeleya Kurd bi rê ketin û li nava bajêr geriyan. Piştî vê tûra konvoyê li qada ku agirê Newrozê lê hate dadan civiyan.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.

OREBRO/BOLNES

Li bajarên Orebro û Bolnesê jî pîrozbahiyên bi coş hebûn.

Newroz li her du bajaran bi dirûşma "Rêberê azad, Kurdistana azad" hate pîrozkirin.

Li Orebroyê Hevserokê NCDK a Swêdê Ridvan Altûn axivî û diyar kir ku bi ruhê serketina Garê coşa îsal a Newrozê zêdetir bûye û hate gotin, "Pîrozbahiya mezin a azadiyê nêz e."

Pîrozbahiyê bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.

SARATOV

Li navçeya Yerşov a bajarê Saratovê ya Rûsyayê, Kurd li Navenda Çandê ya Yerşovê li hev ciivyan û agirê Newrozê dadan.

Beriya pîrozbahiyê Hevserokê Meclîsa Gel Mîrzalî Yûsûbov axivî û xwest ku Newroza îsal bibe wesîle ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd. Yûsûbov destnîşan kir ku bi polîtîkaya tecrîdê û înkarê encam bi dest nakeve.

Endamê Meclîsê Şêx Hadî jî diyar kir ku Newroza 2021'ê wê bibe sala azadiyê ji bo gelêw Kurd.

Di pîrozbahiyê de li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.