Li Edeneyê deh hezaran li dijî faşîzmê peyama berxwedanê dan

Deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê ya li Çûkûrovayê bûn. Li Edeneyê li dijî faşîzmê serkeftina gelan hate balkişandin. Di heman demê de li Hatayê jî peyama berxwedanê hate dayîn.

EDENE

Li bajarê Edeneyê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê HDP’ê ve hate organîzekirin. Bi deh hezaran kes beşdarî vê pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî danê siharê li Tiyatroya Hewaya Vekirî ya Mîmar Sînan  dest pê kir.

Cihê pîrozbahiyê bi pankartan hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de Parlementerê HDP’ê yê bajarê Edeneyê Kemal Pekoz, Saziya Rêvebirina Navendî (MYK) û Endamên Meclîsa Partiyê (PM), Serokê Giştî yê Mala Gel Nebiye Mert Turk, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), rêveberên partiyên siyasî yên bajar û rêxistina civaka sivîl amade bûn.

Pîrozbahî her çiqas rastî êrîşên polîsan hatibin jî lê jinan bi rakirina alên bi rengê kesk, sor û zer ev êrîşên wan protesto kirin.

Hunermend Mervan Tan ji ber ku di çenteyê wî de cilên Kurdî hebû ji aliyê polîsan ve bi awayek keyfî destura ketina hindir nehate dayîn. Kesê bi navê Omer Temel jî ji ber ku di çenteyê wî de rojnameya Atilim hebû hate destgîrkirin.

Di pîrozbahiyê de bi berdewamî dirûşmeyên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate qêrkirin. Herwiha doza li ser girtina HDP’ê hatî vekirin hate protestokirin û di deman demê de jî çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan hate silavkirin.

Bi deh hezaran kesên ku li qada pîrozbahiyê kombûyîn merşa “Çerxa Şoreşê” xwendin. Serokê Komîteya Amadekarî ya Newrozê Yaşar Demîr axaftina vekirinê pêk anî. Demîr diyarkir ku tevahiya gel li dijî polîtikayên desthilat berxwedan dikin. Di heman demê de Yaşar Demîr banga xwedîderketina li girtiyên zindanan ku di greva birçîbûnê de ne, kir.

Li ser navê Platforma Jinan a Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek diyar kir ku ew ê dev ji peymana Stenbolê bernedin û vê berxwedana xwe li qadan bidin dewam kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş axivî û balkişande ser domandina berxwedanê.

Parlementerê Edeneyê Kemal Pekoz got ku desthilat ji ber ku ji me ditirse êrîşî me dike lê em ê wan bavêjin  sergoya dîrokê.

Pîrozbahî bi sitranên Koma Şitlên Azadî, Merwan Tan û Ozlem Baglayan berdewamkir û li gel sitranan bi gerandina govendê dawî lê hat.

HATAY

Li Hatayê jî pîrozbahî ji aliyê Rêxistina Navçeya Îskenderûn a HDP’ê ve hate organîzekirin. Ji 7 salî heta 70 salî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de tecrîda li ser Ocalan, zextên li ser HDP’ê û fesihkirina peymana Stenbolê bi bilindkirina dirûşmeyan hate protestokirin.

Axaftina destpêkê Hevserokê Bajar a HDP’ê Ekrem Nalbant kir û got ku em ticar serî li hember êrîş û zextên desthilat natewînin.

Parlementera Edene ya HDP’ê Tûlay Hatimogulari jî got ku desthilat nikare wan bi vekirina dozan tune bike, ew destûr nadin êrîşî destkeftiyên jinan were kirin û ew ê xwedî li peymana Stenbolê derkevin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li ber stranên hunermend Baran bi dawî bû.