HDP: Em ê li ber xwe bidin û welêt aram bikin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê nerazîbûn nîşanî destgîrkirina Omer Farûk Gergerlîoglû da û destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminê demokrasiyê ye, darbekar e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê bi berxwedana xwe welêt aram bikin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî destgîrkirina Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Parlamenterê me yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû vê sibehê ji aliyê bi sedan polîsî ve li Meclîsê bi darê zorê hate destgîrkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dijminê demokrasiyê ye, desthilatdariyeke darbekar e û hate gotin, "Li hemberî me desthilatdariyeke welê heye ku derfetên dewletê hemûyan ji bo zilmê li gel bike bi kar tîne. Me li nava meclîsê rewşeke welê dît ku dişibiya darbeya 94'an. Heman şerm piştî 27 salan ji aliyê AKP-MHP'ê ve bi serê Tirkiyeyê ve hate anîn."

HDP'ê diyar kir ku desthilatdarî dixwaze gelên Tirkiyeyê bêalternatîf bihêle, welêt bi rengekî topyekûn bixe nava tarîtiyê û got, "Lê belê gelên Tirkiyeyê ti carî bêalternatîf nîne. HDP di nava her şert û mercî de wê rewşa xwe ya stratejîk a li siyaseta Tirkiyeyê biparêze û xwedî wê hêzê ye ku alternatîfê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê bike.

Ev polîtîkayên darbeyê yên ku roja Newrozê ji aliyê rejîma Qesrê ve hate meşandin, wê tenê agirê berxwedanê xurt bike. Êrişên bi rêk û pêk ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî partiya me û hewldanên têkbirina welêt, wê ji bo me bibe sedema berxwedanê, em ê timî li ber xwe bidin. HDP yekane hêz e ku vî welatî aram bike û demokrasiyê ava bike."