Nehiştin ku kincên xwe jî li xwe bike, bi sedan polîsî bi zorê birin

Bûroya Çapemeniyê ya HDP'ê têkilî destgîrkirina Gergerlîgolu got, ''Piştî ku ji lavaboyê derketiye, nehiştine ku kincê xwe jî li xwe bike.''

Bûroya Çapemeniyê ya HDP'ê wiha got:

''Wekîlê me Omer Faruk Gergerlîoglu ku li Meclîsê Nobeta Dadê digirt, saet li derdora 06:30'î hate destgîrkirin. Beriya ku nimêja sibehê bike, ji bo ku destnimêj bigire çaxê ku çûyî lavabayê, derdora 100 polîsî bi ser wê qatê de girtin ku Gergerlîgolu lê dima. Gergerlîoglu piştî ku ji lavaboyê derket, li gel ku ji polîsan re gotiye,''ez nimêja xwe bikim, kincên xwe li xwe bikim'' jî polîsan ew destgîr kirine. Li gel îtîrazên wekîlên me Filîz Kerestecîgolu û Huseyîn Kaçmaz jî Gergerlîoglu, bi bêjecem û şimikên li ser bi zorê hate destîrkirin.''