Naveroka civîna li Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bê pêkanîn

Di civîna di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, mijarên zehmetiyên rûbirûyî bicihanîna peymana 10’ê Adarê, pêkanîna sozên girêdayî dosyaya koçberan û dîtina mekanîzmayên yekkirina saziyan hatin rojevê.

Vê sibehê gereke nû ya dan û standinan di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de li Qesra Tişrîn a Şamê pêk hat.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Dmokratîk Îlham Ehmed, Hevseroka Şandeya Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsiv û Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş pêk hat.

Wezîrê Karên Derve Esed El Şîbanî, Wezîrê Karên Hundirîn Enes Xetab, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Serokê Saziya Îstîxbaratê Hisên Selamê tevlî civînê bûn.

Ji şandeya Emerîkayê jî, nûnerê Emerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack, nûnerê Emerîkayê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Scott Bowles û endamekî din ji Kongreya Emerîkayê beşdar bûn. Ji Fransayê jî, nûnerê hikûmetê yê kar û barên balyozxaneya Fransayê li Sûriyeyê Jean-Baptiste Faivre û şandeya pê re tevlî civînê bûn.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, di civînê de pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatibû îmzekirin, hat nîqaşkirin. Li kêlek wê jî hat diyarkirin ku divê astengî û zehmetiyên li pêş pêkanîna peymanê ne, werin rakirin.

Heman çavkanî anî ziman ku şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku pêwîst e hikûmeta demkî sozên xwe li hember kesên bi darê zorê ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, bi cih bîne.

Girêdayî mijarê, çavkanî destnîşan kir ku di civînê de dosyaya deriyên sînor û çawaniya yekkirina saziyên Rêveberiya Xweser bi sazên hikûmetê re nîqaş kirin. Di heman demê de hate destnîşankirin ku pêwîstî bi hevkariya ewlehî û leşkerî ya her du aliyan heye.

Kesên tevlî civînê bûne,  daxuyandin ku civîn erênî derbas bûye.