Platforma Komeleyên Xwecihî zextên li ser HDP'ê şermezar kir
Platforma Komeleyên Xwecihî doza girtina HDP'ê, betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û betalkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin.
Platforma Komeleyên Xwecihî doza girtina HDP'ê, betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û betalkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin.
Platforma Komeleyên Xwecihî têkildarî doza girtina HDP'ê, betalkirina wekîltiya Gergerlîoglû û Peymana Stenbolê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev bûyerên ku qewimîne weke gavên dawî yên dîlgirtina civaka Tirkiyeyê bi destê dîktatoriya faşîst, dikare bê nirxandin."
Di daxuyaniyê de işaret bi piştgiriya rêveberiyên dewletên rojavayî ji bo rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hate kirin, ku ev piştgirî hêzê dide vê desthilatdariyê ji bo polîtîkaya qirkirina siyasî û tunekirinê li dijî Kurdan bimeşîne.
Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û tevahiya hêzên demokrasiyê hate kirin ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re ji nû ve binirxînin û pêkanînan li ser sîstema Erdogan-Bahçelî ferz dikin ku Tirkiyeyê gav bi gav ber bi dîktatoriyê ve dibe.
Di daxuyaniyê de bang li hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Navneteweyî hate kirin ku li ber vê neheqiyê rabin, di şexsê Kurdan û HDP'ê de li dijî vê êrişa faşîst nijadperest a li dijî demokrasiyê û mafên mirovan dengê xwe bilind bikin.
Platforma Komeleyên Xwecihî:
DÎK (Kongreya Avakirina Dersimê)
MARDEF (Federasyona Komeleyên Mereşê)
PKAN ( Platforma Kurdên Anatoliya Navîn)
DSKD (Komeleya Li dijî Qirkirinê ya Dersimê)
AKKM (Navenda Çandê ya Koçgirî li Ewropayê9
AHD (Komeleya Xinisiyan li Elmanyayê)
MKÎ (Însiyatîfa Kurecîk Meletiyê)
ÎGX (Însiyatîfa Gelê Xinisê)