Wekîlê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu li Meclîsa Tirk 'Nobeta Dadê' digirt, berê sibehê dema ku ji odeya ku lê radiket çû lavaboyê ji polîsan ve ku bi ser meclîsê de girtibûn hate destgîrkirin. Gergerlîoglu ku eşofmanên wî li ser bûn, bi zorê ji lavaboyê hate derxistin û ew birin.
Polîsên Tirk nehiştin ku Gergerlîoglu kincên xwe jî li xwe bike, bi zorê ji lavaboyê hate derxistin, nehiştin ku nimêja xwe jî bike. Dema ku Gergerlîoglu li korîdorê bi zorê dibirin hindik mabû biketa, wê gavê şimika di piyê wî de ji piyê wî derket.
Diyar bû ku bi lêpirsîneke dî ya nû ku Serdozgariya Komarê ya Enqerê daye destpêkirin Gergerlîglu bi zorê ji Meclîsê hatiye derxistin û destgîrkirin.
Ji 17'ê Adarê û wir ve ku Gergerlîgolu ji wekîltiyê hatibû xistin, 'Nobeta Dadê' ya li Meclîsê kirin hincet. Di lêpirsînê de hate, ''Ji bo ku Gergerlîoglu ji Meclîsê derneketiye, hê jî weke ku wekîl be tevgeriyaye, di ser medyaya civakî re daxuyaniya çapemeniyê daye, weşana zindî kiriye, bêyî ku heqê wî hebe li avahiya cameweriyê maye', kirin hinceta sûc.
Di lêpirsînê de hate gotin dema ku wekîltiya Gergerlîgolu hatiye xistin, li Lijneya Giştî dema ku bi koma HDP'ê re dektetiye, bi dirûşmeyan gotiye, ''Bijî Serok Apo''. Gergerlîgolu bi çarçoweya lêpirsîna nû birin emniyetê. Piştî ku Gergerlîgolu hate destgîrkirin wekîlên HDP'ê jî çûne emniyetê.
Gergerlîgolu beriya ku were destgîrkirin hemû personel li odê kilîd kirin.