Abdullah Aksû piştî 31 salan serbest hat berdan

Abdullah Aksû yê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa T a Îzmîrê serbest hat berdan, li bajarê xwe Sêrtê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Abdullah Aksû ku ji Girtîgeha Hejmar 3 a Tîpa T a Îzmîrê serbest hat berdan, piştî 31 salan li bajarê xwe Sêrtê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Li gel ferdên malbatê gelek kesan li têketina bajêr Aksû pêşwazî kir. Aksû ku bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, paşê derbasî Taxa Alan a girêdayî Sêrtê bû.

Aksû bal kişand ser peyama bidîmen a Rêber Apo û got ku pir kêfxweş in. Aksû got: "Em li ser van esasan Rêber Apo û hevrêyên xwe yên li Zindana Amedê şehîd bûn bibîr tînin. Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin."

 ABDÛLLAH AKSÛ KÎ YE?

Aksû, di sala 1994'an de li Sêrtê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê cezayê muebedê lê birî. Aksû bi dorê li Sêrt, Dîlok, Amed û Şakranê di girtîgehê de maye.